Nobeta Edaletê ya Amedê 52 roj in didome

  • 15:18 26 Çile 2024
  • Rojane
AMED - Nobeta Edaletê ya li Amedê 52 roj in didome. Meymenet Boz a li çalakiyê wiha got:"Ne gelê kurd ne jî gelê tirk rehet in."
 
Li Amedê Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezanê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY- DER) hatibû destpêkirin di roja 51'ê  de dewam kir. Kesên tevli çalkiyê bûn pêşmalkên li ser wan nivîsa "Tecrîd sucê mirovahiyê ye" li xwe kirin. Rêveberên DEM Partî yên navçeya Sûrê û gelek kes tevli çalakiya Nobeta Edaletê bûn. 
 
Meymenet Boz a di çalakiya nobetê de cih digire got ew li dijî tecrîdê têkoşîna çalakiya Nobeta Edaletê didin û got ne gelê kurd ne jî gelê tirk rehet in
 
Di çalakiya nobetê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.