Di Nobeta Edaletê de banga piştevaniya bi girtiyan re

  • 14:36 26 Çile 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêveberên DAD'ê yên çûn serdana Nobeta Edaletê ya Îzmîrê diyar kirin ku wê rojiya Xizir ji bo girtiyan bigirin. 
 
Çalakiya nobedê ya ku bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan û Hukumxaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibû destpêkirin, li Nûnertiya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di roja 13'an de berdewam kir. Li salona ku nobed lê girtin  pankartên bi nivîsa"Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" û "Li dijî tecridê berxwedan" hatin daliqandin. Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê, Rêxistina DEM Partî ya Aliaga, Rêxistina DEM Partî ya Aydin Soke û gelek welatî çûn serdana çalakiya nobetê. 
 
Dayika Mehmet Nezir Gumuş ê 24 sal in girtiye, Hanife Gumuş da zanîn lawê wê pênc roj berê ji Girtîgeha Bandirmayê sewqî ya Burdurê hatiye kirin û got lawê wê bi awayekî nehiqûqî hatiye sirgunkirin. 
 
Piştre Hevserokê Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) ya Îzmîrê, Firat Dikmen diyar kir ku wê rojiya Xizir ji bo girtiyan bigirin û got daxwazê girtiyan daxwazên wan e û ew ê têkoşîna ji bo girtiyan bidomînin.