Têkoşîna bi HADEP’ê dest pê kir bi Nobeta Edaletê didome

  • 09:06 26 Çile 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Zeynep Calihan a bi HADEP’ê det bi têkoşînê kir, niha bi Nobeta Edaletê didomîne. Zeynepê wiha got: “Ez ji vê têkoşînê derkevim ez ê îxanetê xwe bikim. Em dayik wê têkoşîna edaletê bidomînin. Heta edalet û hiqûq neyê wê têkoşîna me bidome.”
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale li Îmraliyê girtiye û 34 mehe jî agahî jê nayê girtin di 27’ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve çalakiya grevên birçîbûnê hat destpêkirin û bi heman daxwazê xizmên girtiyan çalakiya Nobetên Edaletê dan destpêkirin. Nobeta Edaletê ya li Stenbolê 40 roj li pey xwe hişt. Yek ji dayikên di Nobeta Edaletê de cih digire Zeynep Calihan e.
 
Zeynep Calihan ji ajansa me re der barê berxwedan û têkoşîna xwe de axivî.
 
Zeynep li bajroka Yildiz Tepe ya Nîgdeyê yek ji 7 zarokên malbatekê tê dinê. Zeynep diyar dike ku malbata wê tirk e û wiha got: “Malbata min ne welatparêze. Em zarokên malbatê yek jî welatparêz mezin nebûn. 20 salî de ez zewicîm. Min bi hevjînê xwe re welatparêzî nas kir. Me bar kir Stenbolê. Hevjînê min gelek têkoşîn da ku min biguhere. Gelek piştgirî da min. Kesekî welatparêz bû. Hevjînê min tu carê zext li min nedikir. Lê nasnameyek min ya Tirk hebû. Li dijî tu partiyê sempatiya min tunebû.
 
Têkoşîna bi HADEP’ê re destpêkiriye…
 
Zeynebê bi lêv kir ku di 1994’an de partiya Gelan a Demokrasiyê (HADEP) nas kiriye û wiha domand: “Hevjînê min her roj diçû partiyê. Min got tu her roj diçî dereng tê. Wî jî got mirov diçin naxwazin ji wir derkevin. Min got min jî bibe. Min qet partî nizanibû. Min li gund carekê deng bikar anîbû. Hevjînê min got partiya me HADEP e. Em li wesayîtê siwar bûn û çûn partiyê.”
 
Bi bandora rêhevaltiyê têkoşîn mezin kir
 
Zeynebê wiha vegot: “Em çûn partiyê hevalekî got ‘heval tu bi xêr hatî’. Ji wê rojê şûnde min fêm kir ku welatparêzî çiqas girîng e. Min gav avêt jiyanek bi rûmet. Ez carek din ji partiyê derneketim. Ji wê rojê de ye têkoşîna min didome. Sê zarokên min hene. Yek girtiye. Ez bi zarokên xwe serbilindim. Ji bo zarokên xwe wê têbikoşim.”
 
Têkoşîna jinên kurd nas kir
 
Zeyneb nava demê de tevgera jinên kurd jî nas dike û wiha dibêje: “Gelê Kurd têkoşînek mafdar dimeşîne. Min îrade û têkoşîna Gelê Kurd nas kir. Ev ji bo min sedemek têr e. Kurd mafdar in. Ez ji ber vê ligel wan dimeşim. Berxwedana wan bandor li min kir. Jinên kurd bandorek mezin li min kirin. Ez li hember têkoşîna wan rêzdarim. Min di televîzyonan de têkoşîna jinên kurd û dayikên kurd dît û ez gelek bi bandor bûm. Têkoşîna wan mafdar û bi rumet bû. Min got ez  jî divê bibim parçeyeke vê têkoşînê. Ez ji partiyê derneketim.”
 
Ji bo daxwazên xwe wê çalakiya wan bidome
 
Zeynebê daxuyakirin ku li dijî polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê dest bi Nobeta Edaletê kirine û wiha vegot: “Li girtîgehan tecrîd didome. Li girtîgehan îşkencê li zarokên me dikin. Zext heye, tecrîd heye. Me dayikan dijhiqûqî qebûl nekir. Em edaletê dixwazin. Em daxwaza edaletê didomînin. Em dayik wê daxwaza edaletê bidomînin. Heta ku edalet û hiqûq neyê wê têkoşîna me bidome. 35 meha agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Em edaletê ji bo her kesî dixwazin. Heta hevdîtin neyê kirin wê têkoşîna me bidome. Têkoşîna min bi dayikan re wê heta dawî bidome. Ez ji bo mirovahiyê li virim. Ez ligel xwişk û birayên xwe yên kurd im.”