'Ji bo azadiya mayînde' banga têkoşînê

  • 15:26 25 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeda Edaletê li Wanê di roja 52'yan de dewam dike. Di çalakiyê de banga çareseriya pirsgirêka kurd û li Rojhilata Navîn ji bo azadiya mayînde banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah  Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siysyê" ji aliyê Komeleya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY -DER) çalakiya Nobeda Edaletê ya ku hat destpêkirin di roja 52'yan de dewam dike. Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya wanê dewam dike, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, rêxistina DEM Partiyê ya Westaên û gelek kesî serdana çalakiyê kirin. 
 
'Divê ev bar li ser milên me hemûyan be'
 
Di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku barê tecrîdê divê ne tenê li ser milên girtiyên siyasî be û ev tişt got, "Ev peywira dîrokî ya me hemûyan e. Em jî li pêş dayikên ku di nobedê de ne û hemû rêhevalên xwe soz didin ku em ê vî barî bigirin ser milên xwe.  Ji bo azadiya fîzîkî a brêz Abdullah Ocalan em ê têkolînê mezin bikin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya mayînde li Rojhilata Navîn ku pêk bê em ê têkoşînê bidomînin.
 
'Bi birêz Ocalan pirsgirêka kurd dikare çareser bibe'
 
Keskîn anî ziman ku dayikên di Nobeda Edaletê de ji bo herkesî bûne hêz û hêvî û wiha dewam kir, "Em ê  vê vînê û hêviyê li hemû malan, kolanan, tax, Kurdistan û tevahiya tirkiyeyê binivîsin. Li dijî tundî û êrîşan tecrûbeya me ya bi salan heye. Ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan divê ev tecrîd bi dawî bibe. Gelê kurd li hemberî zextan paşde gav neavêt. Rêxistinbûna xwe herdem xurt dike. Em ê bi vê vînê azadiya birêz Ocalan misoger bikin û dê pirsgirêka kurd jî bê çareserkirin. Wekî siyasetmedar çi bikeve ser milên me em ê bikin.." 
 
Çalakiya nobedê, bi serdan û stranan dewam kir.