Li Wanê bangewaziya pêkanîna edaletê hat kirin

  • 16:11 24 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê di roja 51'an de bi serdanan didome. Xizmên girtiyan banga pêkanîna edaletê û bi dawîkirina tecrîdê kirin. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeda Edealetê kirin.  
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bi dawî bikin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê, çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Çalakî 51 roj in didome
 
Şêniyên taxa Yali û Selîmbey a navçeya Rêya Armûşe serdana çalakiyê kir. 
 
Meta Emîn Kurban ê girtî Feyruz Sungur, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser binpêkirina mafan a girtîgehan. Feyruz, wiha got: "Biraziyê min 30 sal in girtî ye. Li Konyayê di hicreya yekkesî de tê girtin. Biraziyê min nexweş e û nabin nexweşxanê. Em wek malbatên girtiyan daxwaza pêkanîna edaletê dikin. Em dixwazin tecrîd demildest bê bidawîkirin. Wekî din tu daxwazên me nîne."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê bi gotina stran û berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadi” berdewam dike.