Wê ESP têkoşîna li dijî tecrîdê bibe kolanan !

  • 09:50 24 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Seroka ESP'ê Deniz Aktaş a ji bo piştgiriya çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kir wiha got:"Bihîstina dengê girtiyan ji têkoşîna me derbas dibe. Em ê hem wekî çalakiya greva birçîbûnê hem jî wekî Nobeta Edaletê çalakiyên xwe bidomînin. Em dixwazin çalakiyên li dijî tecrîdê bibin kolanan û têxin rojevê. Em bang li her kesî dikin ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê."
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Ji 3 sal zêdetire agahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" pêngavek hat destpêkirin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rêze çalakî ji bo piştevaniya bi pêngavê re hatin destpêkirin. Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Dû re jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.
 
Rêxistinba Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û SGDF'ê ji bo piştevaniya bi girtiyan re li avahiya Rêxistina DEM Partî ya li Sancaktepeyê starta çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan da. Wê li avahiya Rêxistina ESP'ê sê rojan saet di navbera 10.00 û 18.00'an de çalakî bidome.  Rêxistina ESP'ê ya Stenbolê û endamên SGDF'ê banga piştevaniyê ji her kesî re kirin.  
 
Seroka ESP'ê Deniz Aktaş, têkildarî çalakiyê ji JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Tecrîda li Îmraliyê li her derê belav bûye'
 
Denizê da zanîn çalakiyên grevên birçîbûnê girîng e û wiha got:"Salên dirêj e ku polîtîkayên tecrîdê didomin. Tecrîd ji girava Îmraliyê dest pê dike. Ev tecrîd li girtîgehan jî belav bûye. Ez ji çalakvanên greva birçîbûnê re silavên xwe dişînim. Her wiha girtiyên nexweş jî nayên tehliyekirin. Mafên wan ên tedawiyê tê astengkirin. Mafên wekî name, parêzer û gelek mafên din ji wan tên girtin. Girtiyên divê bi zagona înfazê bihatana berdan, nehatin berdan. Tecrîdeke bi vî teşeyî belav dibe heye. Loma jî grevên birçîbûnê bi wate ye. "
 
'Em ê dengê girtiyan ragihînin' 
 
Denîz, destnîşan kir ku divê çalakî bi girtîgehan re sînordar nemîne û wiha axivî: "Li derve berpirsiyarî ya me ye. Berpirsiyariya mezinkirina têkoşînê ya me ye. Divê em bi têkoşîna xwe, bi serdanên xwe piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê bikin û grevên birçîbûnê bikin rojevî. Bi têkoşînê em ê dengê girtiyan ragihînin. Wek ESP'ê me dest bi greva birçîbûnê kir. Me çalakiya xwe li cem dayikên ku Nobeda Edaletê dane destpêkirin pêk anî. Em hewl didin ku Nobeda Edaletê bînin rojevê." 
 
'Piştevaniya berxwedanê bikin'
 
Denîz, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Çalakiya ku me li Stenbolê da dest pê kirin hewl bidin ku li bajarên din jî pêk bînin û bixin rojevê. Bi rêbaza nobetê em ê hem greva birçîbûnê û hem jî Nobeda Edaletê çalakiya xwe pêk bînin. Di heman demê de li kolanan meş û propagandayê pêk bînin. Li kolanan em ê tecrîdê bînin ziman. Tevgera sosyalîst a çep, ronakbîr û her kes divê piştevaniya vê berxwedanê bike."