'Pir girîng e ku jin di hilbijartinên herêmî de bibin xwedî gotin'

  • 09:02 24 Çile 2024
  • Ramyarî
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên li Îzmîrê dijîn bal kişandin ser girîngiya hilbijartina herêmî û gotin: "Di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta jinê girîng e. Divê ji bo gel polîtîkayên alternatîf û şênber bên amadekirin. Em jin dê bibin şopdarê vê pêvajoyê û bibin kirdeya pêvajoyê."
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di 31'ê Adarê de bên kirin nêzî 3 meh mane, partiyên siyasî bi hemû leza xwe xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hefteya borî li Kurdistanê pêşhilbijartin hatin lidarxistin. Li gelek bajaran gel wek delege çûn û namzetên xwe diyar kirin. 
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re jinan derbarê temsîliyeta jinan û daxwazên xwe de nêrînên xwe parvedikin. 
 
Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Ayfer Yildirim, diyar kir ku gel bi rihetî dikare xwe bighîne rêveberiyên herêmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pergala niha heyî hewl dide ku jinan heps bike. Ji ber vê sedemê jin nikarin mudaxilî siyasetê bibe. Lê belê bi pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev jin bêtir daketin qadan. Dema em tevlî siyasetê bibin dê siyaset jî ji pergalê rizgar bibe. Pergala hevserokatiyê girîng e û ev pergal dibe sedema xwe îfadekirina jinan. Jin ji vê pergalê cesaretê digire û tevlî pêvajoyan dibe."
 
'Gel dê hevdû hembêz bike'
 
Ayfer, wiha bal kişand ser tecrîdkirina jinan: "Hilbijartinên herêmî ji bo gel girîng e, ji ber ku di nava gel de hewl didi pirsgirêkan çareser biki. Lê belê pergala heyî hewl dide ku jinan tecrîd bike û tecrîdê belavî hemû civakî bike. Ji xwe tecrîda ku li hemberî Birêz Ocalan tê kirin tê wateya tecrîda li hemberî jinan jî. Ji ber ku fikr û ramanên Birêz Ocalan ji bo azadiya jinê ye. Ji ber vê sedemê tecrîd tê meşandin." Ayfer, da zanîn ku lihevkirina bajaran tê wateya bajarên azad û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Diyare ku polîtîkayên şer zirare dide aboriya gel. Her roja ku derbas dibe rewş xirab dibe. Lihevkirina bajaran fikreke mucizevî ye. Gel dê carek din hevdû hembêz bike."
 
'Hêzeke mezin derketiye holê'
 
Ji Partiya Azadî ya Cîvakê (TOP) Berfîn Buyukertaş, da zanîn ku pêşhilbijartinên ku li Kurdistanê pêk hatin girîng e û got: "Pergala hevserokatiyê û polîtîkayên rêveberiyên herêmî ya DEM Partiyê ji bo jinan girîng e. Pêşhilbijartin jî ji bo siyaseta raste rast girîng e û gel wek kirdeya hilbijartinê tê dîtin. Me di pêşhilbijartina li Kurdistanê de dît ku jin zêdetir derdikevin pêş. Her wiha dema qeyûm tên tayîn kirin serê ewilî serokên daîreyên polîtîkayên jinan hedef tên girtin. Ji ber ku li vir îdiayeke jinan heye. Li vir tevgera kurd a siyasî hezêke mezin derxist holê. Divê ev hêz bê giştî kirin. Tayînkirina qeyûman ji ber vê yekê pêk tê. Tayînkirina qeyûman tenê nayê wateya êrişa li hemberî siyaseta kurd û tê wateya êrişa li hemberî me hemûyan. Jin dê şopdarê pêvajoyê bibe û bibe kirdeya pêvajoyê. Li dijî polîtîkayên qeyûm û polîtîkayên şerê taybet dê polîtîkayên alternatîf pêş bixin û li qadan li hemberî îktîdarê derkevin." 
 
'Bernameyeke alternatîf û şênber divê'
 
Parêzvana Mafên Mirovan Gunselî Sûna Kaya jî da zanîn ku ji hilbijartina herêmî re kêm roj maye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Niha her kes hewl dide ku dê çawa AKP'ê têk bibin. Divê me bi daxwazên şênber û bernameyên alternatîf biçin cem gel. Di hilbijartina herêmî de temsîliyeta jinê her roja ku derbas dibe girîngtir dibe. Li herêmê em dizanin pirsgirêk çî ne. Divê em cuda nêzê wan pirsgirêkan bibin. Ji bo zarokên ku diçin dibistanê, ji bo jinan li her qadê divê em cudatir xwe rêxist bikin, bernameyên çareseriyê derxin holê. Hilbijartina herêmî tê wateya dema hesabpirsînê ya ji îktîdarê. 22 sal in li herêmê pirsgirêk tên jiyîn. Belê berê jî hebûn pirsgirêk. Niha jî heman pirsgirêk didome çima? Ji ber ku pirsgirêk nayên çareserkirin. Çareseriya pirsgirêkan hêsan e û heke sosyalît û şoreşger bernameyek alternatîf û şenbêr pêşbixe û bi hev re têbikoşe dê pirsgirêk bên çareserkirin."