'Em ê hesabê jinên tên qetilkirin bipirsin'

  • 09:07 22 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinan bertek nîşanî qetilkirina  siyasetmedara Kurd û parêzvana mafên jinan a ji bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid dan û wiha gotin:"Tevî dubarekirina van kiryaran ên derheqê jinan lê dîsa jî jina kurd bi vîn û îradeya xwe li hemberî faşizm û siyasetên qirêj dibe bersiv. Ji ber jin bi hêz û erka parastina xwe û civaka xwe radibe û hildaye ser milê xwe. Em bi tundî van kiriyarên derheqê jinan de şermezar dikin û divê hesab ji kujeran were pirsîn."
 
Li bajarê Kerkukê yê herêma Federal a Kurdistanê, bi suîkatê siyasetmedara Kurd û parêzvana mafên jinan a ji bajarê Hesekê, Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman Xalid hat qetilkirin. Piştî sûîkasta ku ji aliyê du kesan ve çêbû, hêzên ewlehiyê diyar kirin ku der barê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin. Li dijî qetilkirina Firyalê li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Li Şehbayê jî çalakî li dijî qetilkirina jinên kurd hat lidarxistin û jinan gotin ew ê hesab ji kujeran bipirsin. 
 
'Ev ne cara yekem e ku jina kurd dibe hedef'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Nêrgiz Bekir ji ajansa me re derbarê qetilkirina Firyal de wiha axaftina xwe kir:"Hedefgirtina jinan û vê dawiyê hedefgirtina heval Firyal ne sûcên ewil ên derbarê jinan de ye. Bi taybet jina xebatkar a ku xwe di hemî milan de bi pêş dixe û têkoşîna xwe bilind dike, hedef tê girtin. Lê çi dibe bila bibe em ê jî rêya jinên têkoşer bişopînin û parastina destkeftiyên xwe bikin." 
 
'Hewl dide ku riyên pêşketinê li pêşiya jinê bigire'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Nêrgizê da diyarkirin ku dewleta tirk bi van kiryar û sûcên xwe her hewl dide ku jina pêşeng bike hedef û ji holê rake û wiha dom kir:"Dewleta tirk her carê jina ku xebat û kar dike û dibe pêşenga civakê dike hedefa xwe ku bi riya hedefgirtina xwe rola jinan ji holê rakin û jinê di qirkirinê re derbas bikin. Her wiha dixwaze jin carek din serê xwe ranekin. Lewma her carê ev kiryarên hov dubare dibin."
 
'Divê hesab ji kujeran were pirsîn'
 
Di dawiya axaftina xwe de Nêrgizê da diyarkirin ku jin her xwedî îradeya xurt e, wê bi îradeya xwe bibe bersiv, li ber hemberî faşizmê û wiha pê de çû:"Tevî dubarekirina van kiryaran ên derheqê jinan lê dîsa jî jina kurd bi vîn û îradeya xwe li hemberî faşizm û siyasetên qirêj dibe bersiv. Ji ber jin bi hêz û erka parastina xwe û civaka xwe radibe û hildaye ser milê xwe. Em bi tundî van kiriyarên derheqê jinan de şermezar dikin û divê hesab ji kujeran were pirsîn."
 
'Em ê xwedî li nirxên pakrewanên xwe derkevin'
 
Di heman demê de Endama Rêxistina Sara ya Helebê Zeyneb Elîko jî bertek da nîşandan û wiha axaftina xwe anî ziman:"Siyaseta dewleta tirk a faşîst her carê li dijî îradeya jinan dixwaze deriyên hêz û pêşketinê ya jinan bigire. Bi taybet jinên siyasetmedar dikin hedefa xwe lê em weke jinên kurd ên ku li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebatê dikin em ê têkoşîna xwe bilind bikin û xwedî li nirxên pakrewanên xwe derkevin ."