Wanî dibêjin ‘pîrozbahiya me ya esas di 1’ê Nîsanê de ye’

  • 09:03 22 Çile 2024
  • Ramyarî
 
Zelal Tunç
 
WAN - Waniyan ku ji bo hilbijartinên herêmî namzetên xwe bi pêşhilbijartinan diyar kirin, diyar kirin ku hedefa wan ev e ku qeyûman bişînin û wiha gotin: “Pîrozbahiya me ya esas di 1’ê Nîsanê de ye.”
 
Ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de wê bên kirin xebatên partiyên siyasî didomin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî, bi ‘ne nûnerî raste rast demokrasî’ namzetên xwe bi pêşhilbijartinan diyar dikin. 100 delege ji 13-14’ê Çile de şûnde li gelek navend û navçeyan ji bo namzetên hevşaredarî û encamên meclîsê diyar bikin diçin ser sindoqan. Li hinek bajaran piştî hilbijartinan namzet hatin diyarkirin, li hinek cihan ma tura duyemîn, duh û îro sindoq hatin danîn.
 
Yek ji bajarên ku DEM Partiyê namzetên hevşaredariyê lê diyar kirin Wan û navçeyên wê ne. Di pêşhilbijartina hat kirin de, namzetên hevşaredarên bajarê mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan hatin diyarkirin. Li Artemîtê namzet Rabîa Başak Koç û Cemîl Komî, li Rêya Armuşê Canan Uzunay û Cevdet Altindag, li Tuşbayê Hanim Akkuş û Umît Keser hatin diyarkirin. Li hinek navçeyan di encama temayulê de namzetên hevşaredariyê hatin diyarkirin.
 
Welatiyên Wanê der barê hilbijartin û namzetan de axivîn. 
 
Armanca wan ev e ku qeyûm bişînin 
 
Behîce Abî ya diçe faliyetên çand, huner, civakî ya Navenda Çanda Nuda ya ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) piştî hilbijartinên 2014’an li Xaçortê ava kiriye, wiha got: “Hevalên me yên namzet ên ku hemûyan jî ked dane. Di encama hilbijartinên li vir tê kirin de wê namzetên din jî bên diyarkirin û bi hev re wê xebatan bimeşînin. Lê armanca me ev e ku em di 31’ê Adarê de qeyûman şûnde bişînin. Pîrozbahiya esas wê 1’ê Nîsanê de be.”
 
Xizmet nedan me
 
Behîceyê desnîşan kir ku di hilbijartinên 2019’an de tevî ku rêjeyek mezin a dengan bi dest xistine jî bi hinceta KHK’yî ne, mazbataya namzetên HDP’ê nehatine dayîn û dane partiya duyemîn AKP’ê. Behîceyê wiha bi lêv kir: “Tevî ku tu xizmet nekirin jî xebatên me xesp kirin. Hedefa me ya esas ev e em qeyûman bişînin.”
 
‘Em ê dawî li xespa qeyûman bînin’
 
Ayfer Turgut a ji aliyê qeyûm ve ji kar hat avêtin nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em di pêşhilbijartinê de gelek bi kelecan bûn. Hedefa me ya esas ev bû ku em şaredariyan ji qeyûman paqij bikin. Ez ji kar hatim kirin. 5 sal in betal im. Min li şaredariyê çay çêdikir, sekreterî dikir. Ligel min 306 kes ji kar hatin avêtin. Tevî biryara dadgehê em şûnde negirtin. Ev pêkanînek kêfî bû. Em vê qebûl nakin. Em ê di 1’ê Nîsanê de dawî li xespa qeyûm bînin.”
 
‘Ji bo min ya ewil aştî ye’
 
Dengbêj Meryem Tuncer jî destnîşan kir ku xebatên çandî bi Mala Dengbêjan dimeşandin lê piştî qeyûm hatiye Mala Dengbêjan xera kiriye, dawî li xebatan anîne û wiha dawî lê anî: “Ez hêvî dikim ku hilbijartin bibe wesîleya aştiyê û wekheviyê. Wek jinekê ji bo min a esas pêkhatina aştiyê ye û bidawîbûna vî şerî ye.”