'Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê girtîgeha Îmraliyê ji holê bê rakirin'

  • 09:06 20 Çile 2024
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk diyar kir ku di 2023’yan de bi giştî 169 serlêdan kirine û hemû bê bersiv mane di 12’yê Çile de bi 14 rêxistinên maf û hiqûqê re serî li CPT’ê dane û got: “Gel azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dimînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê girtîgeha Grava Îmraliyê ji holê bê rakirin.”
 
34 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên ligel wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan şûnde di 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de  hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê dîrokê heta niha tevî hemû hewldanan parêzer nikarin hevdîtinan bikin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin 17’ê Çile de "Rapora tespîta sala 2023’yan" aşkerakirin û diyar kirin ku di 2023’yan de 110 serlêdanên parêzeran, 59 jî ya malbatan hatiye kirin û hemû bê bersiv hatine hiştin. Di raporê de hat diyar kirin ku ferze ku sala 2024’an bibe sala çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan. Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li her derê cîhanê têkoşîn bê navber didome.
 
Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, der barê serlêdanên di 2023’yan de kirine û daxwazên xwe de ji ajansa me re axivî.
 
* Hezar roj in agahî ji wekîlê we Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Hûn dikarin der barê aqûbeta serlêdanên xwe de agahiyê bidin? 
 
 
Me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. Malbat serlêdanê dikin. Di 2023’yan de parêzeran 110 carî, malbatan 59 caran serlêdan kirin. Lê bersiv nehdayîn. Em fêrbûn ku bi hincetên ‘Biryara qedexeya parêzeran’, ‘Cezayên dîsîplînê’ hevdîtinê tên qedexekirin. Lê der barê naveroka ‘Cezayê dîsîplînê’ de tu agahî nedan. Ne hinceta cezayê dîsîplînê ne jî ya biryara qedexeya parêzeran negotin.
 
"Em serdana CPT bêguman erênî dibînin. Çûyîna mekanîzmayeke kontrolê ya gravê girîng e. Lê bandora vê ji bo me esas e. Tenê serdan nabe encamekê. Em dixwazin agahiyê jê bigirin."
 
* Hûn dikarin hewldanên CPT’î yên ji 25’ê Mijdara 2021’ê heta niha binirxînin? Tevî sedan û tespîtan CPT’ê hîna rapor aşkera nekir û derbarê rewşa Abdullah Ocalan de tiştek negot. Hûn vê çawa dinrirxînin?
 
Ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha CPT di 20-29’ê îlona 2022’an de serdanek Grava Îmraliyê kir. CPT daxuyanî da û got çûye. Lê piştî vê tu titşek neweşand. Yekane saziya muxatap a li Ewropayê ye û di alî Îmraliyê de jî CPT muxatabe. Ji ber vê ji bo me girîng e. CPT di 2019’an de çibû Îmraliyê. Di tebaxa 2020’an de rapor aşkera kiribû. Tespît û pêşniyar kiribû. Lê piştî serdana dawî rewşa neyînî derket asta jor.
 
CPT’ê rapora 2022’yan tevî pêşniyan aşkera nekir. Daxwaza me ev bû. Em serdana CPT bêguman erênî dibînin. Çûyîna mekanîzmayeke kontrolê ya gravê girîng e. Lê bandora vê ji bo me esas e. Tenê serdan nabe encamekê. Em dixwazin agahiyê jê bigirin. CPT’ê mixabin rewşa Îmraliyê ji nedîtî dît.
 
Pêkanînek wisa ji bilî Tirkiyeyê li cihekî din nayê jiyîn. Ji ber vê jî pêkhatinek prosedûra wisa ne mijara gotinê ye. Di alî girtîgeha Îmraliyê de rewşek îşkenceyê mijara gotinê ye. Rewşek ji îşkenceyê wêdetir li Îmraliyê heye. Ev li dijî hiqûqiyê ye û nayê qebûlkirin.
 
* Di îlona 2022’yan de we serî li Komîteya Mafê Mirovan (ÎHK) a Neteweyên Yekbûyî da û we bang kir ku biryara tedbîra hatiye dayîn demildest bê cih. Ji bo ev biryar pêk bê wê hewldanên we hebin?
 
 
Serlêdana me der barê ku piştî 25’ê Adara 2021’ê tu agahî nehat girtinê bû. di encama serlêdana me de komîteyê biryara tedbîrê da. Ji Tirkiyeyê hat xwestin ku hevdîtina parêzeran pêk bê. Lê Tirkiyeyê qedexeya hevdîtin parêzeran domand. Piştî vê me serî li dadgeriya înfaz û DDB’ê jî da. Me ev ji ÎHD’ê re ragîhand. Piştî vê ÎHK’ê carek din Tirkiye hişyar kir û biryara tedbîrê da. Mixabin Tirkiye li gorî biryarê tevnegeriya.
 
Bi taybet saziyên girêdayê Konseya Ewropayê, DMME, CPT, Komîteya Wzîran, di alî Girtîgeha Grava Îmraliyê de ne bi bandorin. Li gorî armanc û rêgezên xwe peywira xwe naynin cih û ev di alî Ewropayê de gelek girîng e.
 
* 26’ê Hezîrana 2023’yan de ji bo wezareta dadê li gorî biryara tedbîrê tevbigre we bang kir. Di tebaxa 2023’yan de we serî li CPT kir ku serdanê pêk bînin. Bersiva van serlêdanên we pêk hatin?
 
Mixabin hemû serlêdanên me yên di qada navnetweyî de bê bersiv man. Tenê piştî serlêdana NY ÎHK’ê şûnde du biryarên tedbîrê hene. Ji bilî wê ji CPT, ji wezareta dadê tu bersiv ji bo serlêdanên me tu bersiv nehatin dayîn.
 
"Ji bo CPT biçe Îmraliyê me serlêdan kir. Em bang dikin ku hemû hiqûqas tevli kampanya îmzeyan ku me daye destpêkirin bibin."
 
* 14 rêxistinên civaka sivîl di 12’yê Çile de serî CTP dan. Hûn girîngî û naveroka serlêdanê çawa şîrove dikin?
 
Em wek hiqûqnas ji nêz ve dibînin ku hiqûqê çawa dikin alav. Ne pêkane em li dijî vê dijhiqûqiyê bêdeng bimînin û bertek nîşan nedin. Di alî pîşeyî de alî mirovahî de mirov nikarin bêdeng bimînin. Bêdengî li dijî rêgezên esas yên hiqûqê ne. Ji ber vê jî li dijî vê dijhiqûqiyê deng derxistin peywireke mezin e.
 
Em wek parêzerên xwedî hişmendî li dijî dijhiqûqiyê bêdeng neman û me serlêdan kir. Armanca serlêdanê ji Îmraliyê agahî ne girtin bû. Me got divê li gorî peyamanên mafê mirovan tevbigerin û li gorî pêşniyarên CPT tevbigerin. Ji bo CPT biçe Îmraliyê me serlêdan kir. Em bang dikin ku hemû hiqûqas tevli kampanya îmzeyan ku me daye destpêkirin bibin.
 
"Li her çar alî Kurdistanê û Rojhilata Navîn lîderekî xurt û tê zanînê ye. Kurd Abdullah Ocalan muxatab dibînin.  Gel azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dibînin."
 
* Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin û xizmên girtiyan bi heman armancê Nobetên Edaletê dan destpêkirin. Hûn girîngiya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
 
 
Abdullah Ocalan ji bo kurdan lîderekî girîng e.  Bi têkoşîna ku Abdullah Ocalan da destpêkirin Kurdên ku wek alav nesne dihatin dîtin bû kirde. Ev rastyeke objektife. Birêz Ocalan ji bo kurdan xwedî li cihekî girîng e. Kurd bi saya birêz Ocalan bûn xwedî hişmend.
 
Têkoşîna ji aliyê Birêz Ocalan ve hat destpêkirin û meşandin têkiliya wî ya bi gel re civakê re xurt kir. Birêz Ocalan her carê bi projeyan xwe gîhand gel. Ji bo çareseriya pirsgirêkê pêşniyarên çareseriyê, perspektîf û nexşerê danî holê. Li her çar alî Kurdistanê û Rojhilata Navîn lîderekî xurt û tê zanînê ye. Kurd Abdullah Ocalan muxatab dibînin.  Gel azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dimînin.
 
Dema Abdullah Ocalan birin Girîgeha Îmraliyê diyar kiribû ku ew wek şex nehatiye girtin, tasfiyeya azadiya kurdan hatiye armanckirin. Di pêvajoyên pêşketî de me ev bi aşkera dît. Çalakiyên ji bo Abdullah Ocalan li her derê cîhanê pêk tên gelek bi nirxin.
 
Gel dixwaze dengê Birêz Ocalan bibihîzin. Nûneriya xwe azadiya xwe di wir de dibînin. Ji ber vê jî em ji bo Nobetên Edaletê jî bangekî dikin. Ne tenê jin divê her aliyê civakê tevli bibe û xwedî lê derkeve. Ev girêdayê azadiya me hemûyane. Gel azadiya xwe di azadiya birêz Ocalan de dimînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê girtîgeha Grava Îmraliyê ji holê bê rakirin.