Bursayî guherînê dixwazin

  • 09:03 20 Çile 2024
  • Ramyarî
 
Habîbe Eren
 
BURSA - Bajarê Bursayê 20 sal in ji aliyê AKP’ê ve tê birêvebirin. Welatiyên Bursayê li dijî polîtîkayên rantê bi bertek in û dibêjin ‘beriya her tiştî divê pergal biguhere.’
 
Bursa çaremîn bajarê mezin ê Tirkiyeyê ye û di heman demê de bajarê sanayî û tekstîlê ye.  Ji roja AKP hatiye desthilatdariyê jî şaredariya bajarê mezin a Bursayê di destê AKP’ê de ye. Bajarekî ku gelek koç girtiye û di 2018’an li gorî daneyên Bankaya Îller bi mîlyarek û 73 mîlyonî şaredariya herî deyndar a Tirkiyeyê ya Bursayê ye.
 
AKP ku li Bursayê gelek xurt bû di hilbijartinên 2018’an de windahiyek mezin jiya û ji rêjeya ji sedî 57 daket ji sedî 45’an. 
 
Ber bi hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê welatiyên li navçeya Nîlufer dijîn der barê rewşa bajar de, şaredariyeke çawa dixwazin  û nêrînên xwe yên di vî alî de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Bursa di 20 salan de qediya’
 
Jina bi navê Surreya Bayindirli da zanîn ku di şaredartiyek baş de divê feraseta ‘diziyê’ tunebe û got: “Em şaredariyek ku dizî bertîl tê de tune ye şaredariyek ku rêveberiya wê duruste dixwazin.Yên hatin hemûyan dizîn. Em projeyên ji bo fêdeya bajar dixwazin. Em zelaliyê dixwazin. Niha her der bûye beton. Bursa di 20 salan de qediya. Berê me dixwest em bên Bursayê xanî bigirin. Lê niha mirov naxwazin bijîn. Li dijî erdhêjê tedbîrek nayê girtin. Divê şaredarî li dijî vê hestiyar bin.”
 
’20 sal in tiştek neguheriye’
 
Sureyayê wiha dawî lê anî: “Em dixwazin ev pergal biguhere. Çima mirov vê ferq nakin? Ez 10 roj berê ji Almanyayê hatim. Avahî wisa saxlem in mirov di ewlehiyê de dijîn. Lê em bi şev bi tirs radizên. Em dibêjin gelo em ê çawa bimrin. Bêguman her tim dengan bidin vê hikûmetê wê ew jî bêjin ma em jixwe tên hilbijartin. Tiştek nayê kirin. 20 sal in tiştek neguherî. Her tim dizî hebû.”
 
‘Em şaredariyek ku baş bi rê ve dibin dixwazin’
 
Welatiya bi navê Sevîm Un jî ev tişt anî ziman: “Em şaredariyek ku fêdeya wê ji me re heye dixwazin. Jiyan biha ye. Mûçeyên teqawîtbûnê têrî me nake. Em zehmetiyan dikşînin. Ji bo kal û pîran tiştek nayê kirin. Gavek nayê avêtin. Divê şert û merc bên başkirin.”
 
Naciye Gordelî diyar kir ku ew şaredariyeke ku her cureyê pirsgirêkan çareser dikin dixwazin û wiha domand: “Biryarên gel li ber çavan nayên girtin. Mijar heta ku diçin ser kursiyan rûdinê ye. Piştî vê her kes li gorî xwe tevdigere.”
 
‘Cihên ku zarok bilîzin nemaye’
 
Jina bi navê Selîme Bîrîcîk jî wiha daxuyand:” AKP jî CHP jî hemû yek in. Yekane tişta dikin rant e. Ji bilî rantê tiştek din tuneye. Her der qedandin. Her der kirin avahî. Her der kirin beton. Cihekî kesek nehiştine. Cihekî ku zarok lê bilîzin nemaye. Cihekî ku mirov wesayîtan park bikin nemaye. Gelo em li ku bijîn. Çiya qedandin. Heta li Uludagê avahî çêkirine. Gund nemane. Zeytûn, hêjîr nemane. Bila kes kesî xera neke. Hemû ji hev xerabtir in. Em ji şaredariyan ne rantê xizmetê dixwazin. Bila nedizin, talan nekin, çav bernedin, nelêrêtiyê nekin. Şaredar diaxivin lê xizmet tune ye.”
 
Jina bi navê Nesrîn Yilmaz jî destnîşan kir ku ew di her mijarê de zehmetiyan dikşînin û got şaredarî baş naxebitin, rê nayên asfaltkirin û lambe nayên danîn. Nesrînê got ew şaredariyeke ku li pirsgirêkên wan guhdarî dikin dixwazin.
 
‘Daxwazên me nayên cih’
 
Semra Guven jî bi lêv kir ku daxwazên wan nayên cih û wiha domand: “Gel ji bihabûna jiyanê bi gazinc in. Em hilberîner in û şert me didin zorê. Em bi salan e xizn in. Em nikarin derman, gubre bigirin. Ji bo cotkaran piştgirî nayê dayîn. Em piştgiriya mazot û gubre dixwazin.”
 
‘Em ji ber pêşeroja xwe bi fikar in’
 
Jina bi navê Ayşegul Alkaf jî balkişand ser rewşa ciwanan û daxuyand ku rewşa ciwanan li gorî berê hîn bêtir xera bûye û got: “Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Ji ber vê em ji ber pêşerojê bi fikar in. Yek aktîvîteyeke civakî çandî tune ye. Mîhrîcan tên qedexekirin. Lê divê dewletê piştgirî bidayê. Em nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin. Ji ber vê pêşeroja me tarî ye.”