Nobeda Edaletê ya li Wanê: Bijî berxwedana zindanan

  • 15:55 19 Çile 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê çalakiya Nobeda Edaletê bi dirûşma "Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” di roja 46'an de bi serdanan berdewam dike. 
 
Di 27'ê Mijdarê de li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna pengava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ya ku di 10'ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, grevên birçîbûne hatin destpêkirin. Bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê jî çalakiya "Nobeda Edaletê" hatin destpêkirin.
 
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ve nobed li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr hat destpêkirin. Çalakî 46 roj in didome. Îro şêniyên li taxa Esenler a Rêya Armûşe serdana çalakiyê kirin. 
 
Ji şêniyên taxê Cemîl Arman, axivî û diyar kir ku divê xwedî li nobedê bê derketin. Cemîl wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wek tovê bi jehr ev şer belavî li tevahiya cîhanê bûye. Bi taybetî ev jehr pêşî li Îmraliyê piştre jî li hemû girtîgehan hatiye belavkirin. Jehrkuj jî paradîgmaya li Îmraliyê ye û çareserî li Îmraliyê ye."
 
Ji malbatên girtiyan Aslihan Tîmûr axivî û got: "Îro roja 46'emîn e ku çalakiya Nobeda Edaletê didome. Bi salan e li hemberî Abdullah Ocalan tecrîdek heye. Em dixwazin agahî ji Ocalan bigirin û tecrîdê bi dawî bikin. Li gelek navêndên welat çalakiya Nobeda Edaletê ya dayikan heye." 
 
Çalakî bi stran û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam dike.