Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Amedê 46 roj in didome

  • 14:02 19 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Ji bo piştevaniya hemleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li Amedê Nobeda Edaletê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” hat destpêkirin û çalakî 46 roj in bi serdanan didome. 
 
Di çarçoveya hemleya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn Stenbol, Mêrsîn, Edenê û Îzmîr bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.
 
Çalakiya ku li Amedê di roja 46'an de bi heman dirûşmê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê didome. 
 
Çalakiya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hat destpêkirin bi serdanan didome. Çalakvan wekî her roj îro jî bi pêşmalkên ku li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Çalakvan û kesên ku hatin serdanê di peyamên xwe de bal kişandin ser girîngiya çalakiyê û banga mezinkirina berxwedanê li gel kirin.