Binçavkirin bi wan serî nade tewandin: Em ê dewsa hev tije bikin

  • 09:54 19 Çile 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Fincê Akman da zanîn tevî Dayikên Nobeta Edaletê bi tevahî binçavkirina 21 kesî wê têkoşîna wan nikaribe asteng bike û wiha got:"Her ku em dibêjin aştî dewlet di şer de israr dike. Ew 10 dayikan bigirin em ê bibin 50 kes werin dewsa wan dayikana jî têbikoşin. Em her yek dewsa yeka din tije bikin. Em ê daxwaza edaletê û şopandina doza zarokên xwe bidomînin."
 
Di 16'ê Çileyê de tevî Stenbol, Amed, Edene û Dîlokê li 28 bajarî polîsan bi ser malan de girtin û bi tevahî 165 kes hatin binçavkirin. Li Stenbolê jî tevî çalakvanên Nobeta Edaletê  Kumri Akgul û Gulsum Ozturk, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedia Gokguz, Birgul Muhikanci û Fatma Yilmaz, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Seroka Komeleya Dema Jinê Dilek Başalan û hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) bi tevahî 21 kes hatin binçavkirin. Jinên bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin û du rojî dema wan a binçavkirinê hat dirêjkirin dan zanîn li Mudurtiya Emniyeta Stenbolê polîsan muameleya nebaş û tundî li wan kirine. 
 
Nobeta çalakvanan dewr girtin
 
Gonul Karaman a di bin çavan de hat girtin ji parêzer anî ziman dema polîsan ew ji malê girtine li wê li bavê wê dane. Her wiha polîsan bi bin navê "mulakatê" de xwestine li derveyî qeydê îfadeya wan bigire û polîsan destdirêjî wan kirine. Do îfadeya 21 kesî li emniyetê xelas bû û ew ê îro li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê derkevin pêşberî dozger. Ji her aliyî bertekên li dijî binçakirinan bilind bûn. Di Nobeta Edaletê de jî li dijî binçavkirinan gotina têkoşînê derket pêş. Jinan Nobeta Edaletê ya dayikan dewr girtin û serdanên piştevaniyê yên ji bo çalakiyên Nobetên Edaletê jî her diçin zêde dibin. 
 
Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Fincê Akman têkildarî binçavkirinan ji JINNEWS'ê re axivî. 
 
Dayikên edaletê dixwazin tên darizandin 
 
Fincê di destpêkê de bi gotinên, dewlet ji dayikan çi dixwaze, dayikan çi kirine hatine binçavkirin bertek nîşanî binçavkirina da û wiha got:"Tenê daxwaza dayikan edalet e. Ew tenê zarokên xwe dixwazin. Ji ber daxwaza edaletê kirin hatin binçavkirin. Zarokên van dayikana dixwazin Serokê wan azad bibe. Me tiştek ji dewletê nexwest, me daxwaza tiştên nehiqûqî nekir. Em heq hiqûq edaletê dixwazin. Îktidar ji jinên kurd ditirsin. Dayikan ji ber tenê aştî xwestin niha di bin çavan de ne. Ji ber şer naparêzin loma di bin çavan de ne. Derdê dayikan ne şer e. Dewlet çima ewqas ji ser dayik û jinan polîtîkayan didin meşandin. Çima ewqas zextê li me dikin ? Dayik ji ber aştiyê dixwazin bi vê muameleyê rû bi rû dimînin. Dewlet çima aştî û qanûnê qebûl nake ? Derdê vê dewletê çi ye ? "
 
'Em yek dewsa yeka din tije bikin'
 
Fincê da zanîn îktidar dixwaze bi binçavkirinan tirsekê di dilê mirovan de ava bike û wiha pê de çû:"Lê em dayik tu carî natirsin. Berovajî vê yekê em hêzê ji vê yekê digirin. Em çalakiya Nobetên Edaletê didomînin û em ê bidomînin. Hem dayika Kumrî hem jî dayika Bedia emrê xwe bi têkoşînê derbas kirine. Hûn çi ji dayikan dixwazin ? Ev yek nayê qebûlkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Her ku em dibêjin aştî dewlet di şer de israr dike. Ew 10 dayikan bigirin em ê bibin 50 kes werin dewsa wan dayikana jî têbikoşin. Em her yek dewsa yeka din tije bikin. Em ê daxwaza edaletê û şopandina doza zarokên xwe bidomînin."
 
Ne ji daxwazên xwe ne jî ji têkoşîna xwe diqerin
 
Fincê da zanîn ew ê dewlet ne bi tirsê ne jî bi tundiyê jinên kurd bikaribe biçewisîne û wiha bi dawî kir:" Em ji kesî natirsin. Heta em hebin wê têkoşîna me jî hebe. Me carekê soz da, em ê dev ji vê soza xwe jî bernedin. Em ê di rêya zarokên xwe de dewam bikin. Em ê li vir çalakiya xwe bidomînin. Em ê vê rêyê bişopînin. Em ji bo her tiştî amade ne. Ji vê saetê şûnde em jî nasekinin. Me her bedel dane. Ji niha şûnde çi hewce bike em amade ne bikin."