Li Mêrdînê Nobeda Edaletê didome

  • 16:44 18 Çile 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya li Mêrdînê didome û di çalakiyê de ji Dayikên Aştiyê Hacîre Aksoy axivî û ji bo serkeftinê banga yekitiyê kir.
 
34 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin. Li gel ku hemû serlêdanên hevdîtinê yên parêzeran bi hinceta “disîplînê” hatin redkirin, girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tevlîbûna pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi grevên birçîbûnê kirin. Di çarçoveya pêngavê de li 7 bajaran çalakiya Nobeda Edaletê hat destpêkirin. 
 
Li Mêrdînê çalakiya Nobeda Edaletê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr berdewam dike. Di çalakiya îro de Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan hest û ramanên xwe anîn ziman. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Hacîre Aksoy wiha axivî: "Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Heke em bibin yek em dikarin girtiyên xwe azad bikin. Em dixwazin Serok Apo serbet bê berdan. Divê Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên wî bên berdan. Heke em bibin yek em ê bi ker kevin. Heke em nebin yek em ê têk biçin." 
 
Çalakî bi stranan berdewam kir.