'Divê li dijî êrişan em têkoşîna xwe mezintir bikin'

  • 09:08 18 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Li ber hemberî êrîşên dewleta tirk jinên navçeya Tillrifat û Şêrewayê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Li hemberî êrîşan em serî natewînin. Divê tevahî gelê me jî têkoşîna xwe mezintir bikin." 
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. Bertek û çalakiyên li dijî êrişan jî dewam dikin. Li ber hemberî êrîşên dewleta tirk jinên navçeya Tillrifat û Şêrewayê nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin:"Em nahêlin dewleta tirk bigihêje armanca xwe."
 
'Bi awayekî hovane êrîş berdewam dikin'
 
Sîlvana Hesen a ji navçeya Tillrifatê ji ajansa me re berteka xwe li hemberî êrîşan da nîşandan û got:"Ev demeke ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nû dike û ev êrîş bi awayekî hovane bi ser herêmê de dide dewamkirin. Li dijî êrişan em jî li berxwe didin."
 
'Em nahêlin dewleta tirk bigihêje armanca xwe'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Sîlvanayê diyar kir ku gelê kurd li hemberî êrişan serî natewîne û wiha pê de çû:"Di van êrîşan de her carê welatiyên me yên sivîl dibin armanca dewleta tirk lê gelê me gelek berxwedêr e li ber hemberî van êrîşan bi carekê serî natewînin. Em jî weke welatiyên Efrînê ku ev bû 6 sal in em di bin êrîşên dewleta tirk de li ber xwe didin her li pişta gelê xwe ne. Bi carekê em teslîmiyetê napejirînin û nahêlin ku dewleta tirk bigihêje armanca xwe û em dest ji navçeya xwe bernadin heta em vedigerin Efrînek azad."
 
'Ev 6 sal in em jî li hemberî êrîşan li ber xwe didin'
 
Emîne Mihemed jî ji ajansa me re hêrsa xwe ya li hemberî êrîşan diyar kir û wiha axaftina xwe kir:"Em bi tund êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên me şermezar dikin, ji ber ev bû 6 sal in ku em jî di bin tanq û topên dewleta tirk de li ber xwe didin û her carê jî li hemberî êrîşên dewleta tirk em dibin bersiv. Kes nikare îradeya me têk bibe."
 
'Em li hemberî êrişan yek dest bin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê banga xwe ji bo gelên herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi carekê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan bilind bikin, bi yek dest û rihî serî li hemberî êrîşan rakin. Ji ber tu kes nikare li hemberî îradeya gelan bisekine."