Nobeda Edaletê ya li Amedê 44 roj in didome

  • 14:10 17 Çile 2024
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê ya ji hêla xizmên girtiyan ve hatî destpêkirin di roja 44'an de li Amedê bi serdanan berdewam dike. 
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî jî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) û malbatên girtiyan ve li Amedê hat destpêkirin di roja 44'an de li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) a navçeya Rezana Amedê bi dirûşa “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” didome. 
 
Çalakî bi serdanan didome. Îro endam, nûner û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) serdana çalakiyê kirin û piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
Çalakiya ku 44 roj in didome bi berzkirina dirûşmeyan didome.