Li şûna dayikên ku hatin binçavkirin nobed girtin: Em ê têkoşînê bidomînin

  • 10:02 17 Çile 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Çalakvanên Nobeda Edaletê ya Stenbolê û siyasetmedar bertek nîşanî binçavkirina çalakvanên nobedê dan û gotin: "Em binçavkirin û girtinan natirsin. Em ê li cem jinên ku hatine binçavkirin bin û em ê li şûna wan nobedê bigirin. Têkoşîna ku ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê dayîn, têkoşîna me ye jî. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin." 
 
Duh di danê sibehê de li Stenbol, Amed, Edene û Dîlokê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJa) û xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Bi tevahî 165 kes hatin binçavkirin.
 
Li Stenbolê çalakvanên Nobeda Edaletê Kumrî Akgul û Gulsum Ozturk, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê Bedîa Gokguz û Fatma Yilmaz, Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, endamên DEM Partiyê Beser Çelîk û Gonul Kahraman, aktîvîstên TJA'yê Suna Kaymaz, hunermendên Navenda Çanda Mezopotomyayê (NÇM) Dîlan Suyu û Zehra Suyu û hevseroka berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Gevera Colemêrgê Selcan Saygi bi tevahî 17 kes hatin binçavkirin.  17 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya Cadeya Vatanê. Hat hînbûn ku bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatine binçavkirin û derbarê dosyayê de jî biryara nepeniyê hat dayîn û 24 saetan jî biryara nedîtina parêzeran hat dayîn. 
 
Jinên ku ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn bertekên xwe anîn ziman.
 
'Têkoşîna wan têkoşîna me ye'
 
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncar diyar kir ku jinên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe didin hatin binçavkirin û got: "Armanca me tenê rêxistinbûna me ya li hemberî pergala ku riziyayî ye. Îktîdara ku ji şer û kaosê xwe li ser piyan digire li hemberî jinan polîtîkayên taybet diafirîne. Jinên kurd li hemberî polîtîkayan têkoşîneke mafdar dide meşandin. Divê bê zanîn ku em tu carî paşve gav navêjin. Em xwedî li greva birçîbûnê ya ku ji hêla girtiyan ve ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatî destpêkirin derdikevin. Em daxwazên girtiyan, jin û dayikên ku Nobeda Edaletê digirin wek daxwazên xwe digirin dest. Têkoşîna ku ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd tê dayîn têkoşîna me ye jî. Em ê felsefeya 'Jin jiyan azadî' ji bo bixin meriyetê em ê serna xwe xut bikin." 
 
'Em ê şopdarê doza xwe bin'
 
Safiye Înedî, da zanîn ku ji bo Nobeda Edaletê li hev dicivîn û wiha bi lêv kir: "Em ji bo daxwaza pêkanîna edaletê, ji bo zarokên xwe û girtiyên xwe di Nobeda Edaletê de cih digirin. Em ji dewletê natirsin, çi dikin bila bikin em ê her li vir bin. Em ê bi biryarî şopdarên doza xwe bin. Îktîdar carek din gelek jin û dayik di encama operasyonê de binçav kir. Lê divê bê zanîn bi binçavkirinan nikarin me bitirsînin. Çend bên binçavkirin û girtin jî her ku diçe hejmara jinên têkoşer zêde dibe. Em ê li cem jinên ku hatine binçavkirin bin."
 
'Dixwazin jinên kurd bitirsînin'
 
Necîbe Elmas piştevana çalakiya Nobeda Edaletê ye û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Bi binçavkirinan dixwazin jinên kurd û kurdan bitirsînin. Lê tişta ku ji bîrdikin heye em natirsin. Gelê kurd di salên 80'î û 90’î de ligel her cure êşan re rûbirûman. Vê demê jî netirsiyan û niha jî natirsin. Bi hezaran zarokên me niha girtî ne. Em hêzê ji têkoşîna zarokên xwe digirin. Em ê şopdarên wan bin." 
 
'Bi mezinkirina têkoşîne rêwîtiya xwe bidomînin' 
 
Nejla Aktay jî derbarê mijarê de wiha axivî: "Hem dayikên kurd û hem jî Gelê kurd bi sala ne bênavber di nav têkoşîna azadiyê de cih digirin. Çalakiya Nobeda Edaletê jî parçeyeke vê têkoşînê ye. Dayikên ku çalakiyê bi rêvê dibin wêrektiya wan nîşan dide. Divê piştevaniya ji bo çalakiyê zêdetir be. Duh serê sibê hevalên me binçavkirin û lê îro em bi hêzeke mezin li hev civiyan. Dikarin me binçav bikin û bigirin jî lê kesên ku şûna me bigirin hene. Lê bi zextan nikarin bi ser kevin. Îktîdar ji tevgera jinên kurd ditirse û ji ber vê êriş dike. Em carek din dibêjin em natirsin û em ê her li qadan bin. Em ê li cem zarokên xwe bin. Ez bang li jinan û bi taybetî jî bang li jinên kurd dikim ku wêrektî her belavdibe, hemû tevgerên kurd û tevgerên jinên kurd bila bibin yek. Li hemberî her cure êrişan bertekên xwe bînin ziman. Em ê bi mezinkirina têkoşîna xwe rêwîtiya xwe bidomînin."