'Welatiyên Şehbayê li hemberî êrişan bi têkoşîna xwe dibin bersiv'

  • 09:06 17 Çile 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li ser Şehbayê dan û wiha gotin:"Kantona Efrîn-Şehbayê jî ev nêzî 6 sal in ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê topbarankirin. Lê dîsa jî gelê me li hemberî van êrîşan her carê soza bilindkirina xeta têkoşîn û berxwedanê bilindtir dikin. Welatiyên li Şehbayê hemberî tevahî êrîşan bi têkoşîna xwe dibin bersiv."
 
Êrişên dewleta tirk ên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Ji ber êrişan qadên jiyanî xisareke mezin dibînin û welatiyên li van herêmana dijîn dibin hedef û tên qetilkirin. Li dijî êrişan jî çalakî û bertekên welatiyan jî dewam dikin. Jinên li Şehbayê jî bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî êrişan anîn ziman û gotin:"Her carê li hemberî êrîşan berteka me berxwedan e."
 
'Her carê li hemberî êrîşan berteka me berxwedan e'
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a navçeya Ehdasê, Emîne Silêman da zanîn ew berteka xwe bi rêya berxwedana xwe nîşan didin û wiha lê zêde kir:"Ji nû de ev du roj in ku dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe bi teknîkên herî bi pêşketî li ser herêmê me carek din dide dubarekirin lê li hemberî êrîşên dewleta tirk her carê berteka gelê me berxwedan e. Bila dewleta tirk baş zanibe ku gelê me bi carekê gavê bi paş ve nakşînin."
 
'Li hemberî tevahî êrîşan bi têkoşîna xwe dibin bersiv'
 
Di dewamiya axaftina xwe de Emîneyê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên kantona Şehbayê jî û wiha axaftin xwe da domandin:"Dewleta tirk her tim herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dike hedefa xwe û êrîş dike, di heman demê de kantona Efrîn-Şehbayê jî ev nêzî 6 sal in ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tê topbarankirin. Lê dîsa jî gelê me li hemberî van êrîşan her carê soza bilindkirina xeta têkoşîn û berxwedanê bilindtir dikin. Welatiyên li Şehbayê li hemberî tevahî êrîşan bi têkoşîna xwe dibin bersiv."
 
'Ji bilî berxwedanê tu rêyê li pêşiya xwe nabînin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê diyar kir ku dewleta tirk bi êrîşên xwe her carê daxwaz dike ku vîn û îradeya gelê kurd têk bibe û wiha got:"Lê ev yek wê pêk neyê ji ber îro gelê me xwe li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe zane û perwerde kirine û ji bilî berxwedanê tu rêyê li pêşiya xwe nabînin."
 
'Dewleta tirk dixwaze gelê me ji van herêman koçber bike'
 
Ji Rêveberiya Meclisa Desteya Perwerdeyê ya navçeya Ehdasê, Zaxocan Hisên bal kişand ser polîtîkayên koçberkirinê yên dewleta tirk û wiha pê de çû:" Em bi tundî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser herêmên me şermezar dikin. Ji ber di encama van êrîşan de gelê me yên sivîl, binesaziyên herêmê bûne hedefa dewleta tirk. Dewleta tirk dixwaze gelê me ji van herêman koçber bike. Lê em her roj li hemberî van êrîşan li ser piyan e."
 
'Heta têkbirina dagirkeriyê em li pişta gelê xwe ne'
 
Di dawiya axaftina xwe de Zaxocan banga xwe ji bo tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi rê kir û got divê em teslîmiyetê nepejirînin û got:"Ji Şehbaya berxwedêr em banga xwe ji bo tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê dikin ku li hemberî êrîşan teslîmiyetê nepejirînin û her roj ji roja berî wê zêdetir, têkoşîna xwe bilintir bikin. Em jî ji vir li pişta gelê xwe ne heya rizgarî û têkbirina dagirkeriyê."