‘Lêgerîna tazî bi armanca şikandina îradeyê ye’

  • 09:03 17 Çile 2024
  • Hiqûq
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê  parêzer Esra Saçalkidir der barê lêgerîna tazî ya malbatên diçin hevdîtinê de axivî û got: “Ev pêkanîn li dijî rumeta mirovahiyê ye û li dijî hasiyete ye. Ev bi armanca şikandina îradeya muxalîfên kurd pêk tê.
 
Di rêznameya di rojanmeya fermî de hat weşandin de îfadeya ‘lêgerîna tazî’ ya li girtîgehan ji Rêziknameya Der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya Rêveberiya Saziyên Înfaza Ceza hat derxistin. Lê tevî vê  hîna li malbatan pêk tê. Dema ku bertek nîşanê vê rêbaza îşkencê tê dayîn jî hem girtî hem jî xizmên girtiyan tên cezakirin. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê parêzer Esra Saçaklidir der barê mijarê de axivî.
 
‘Li dijî rumeta mirovan e’
 
Esrayê daxuyakirin ku dema mafê mahremiyetakes, mafê mirovan û hiqûqî, bertekên civakî û nêzîkatiyên alternatîf li ber çavan bê girtin ev pêkanîna lêgerîna tazî rê li ber gelek pirsgirêkên etîk û hiqûqî vedike. Esrayê wiha daxuyand: “Ev rewş li dijî haysiyet û rumeta mirovan e. Bi vê dixwazin rumeta mirovan bişkînin. Bi mirovan êşê bidin kişandin û biçûk bixînin.”
 
‘Tevî qedexeya hîna pêk tê’
 
Esrayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tevî îfadeya ‘lêgerîn tazî’ ji rêziknameyê hatiye derxistin jî hîna pêk tê. Pêkanîna lêgerîna tazî bandorek mezin li ser mafên kes dike û ev mudaxaleya li hember mavê mirovan e. Ev pêkanînên bandoreke mezin a psîkolojîk ya neyînî li ser mirov dike. Kesên bi mudaxaleyên wisa re hatibin rû hev xwe di bin stresê de hîs dikin. Piştî mudaxaleyek wisa pirsgirêkên psîkolojîk dertên holê.  Xerabûna strese ya travmatîk dertê holê û ev rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Di encama vê de dermankirin jî pêwist dike.”
 
‘Têkoşîna hiqûqî tê dayîn’ 
 
Esrayê diyar kir ku ji bo lêgerîna tazî demilest bidawî bibe gelek hiqûqnas têkoşîna hiqûqî didin û wiha anî ziman: “Ji bo ev pêkanîn bidawî bibe divê têkoşîna hiqûqî bê zêdekirin û piştgirî bê dayîn. Dikare pêkanînên hiqûqî û tedbîrên pêşîgirtinê bê kirin. Bi bernamzeyên pewerdê dikare pêşî li vê pêkanîna kêfî bê girtin.”