Ji nobeda Stenbolê peyama domandina berxwedanê

  • 16:15 16 Çile 2024
  • Rojane
STENBOL - Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Stenbolê berdewam dike. Di çalakiya îro de binçavkirinên serê sibê hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: "Dewlet ji jin û dayikan ditirse. Çi dikin bila bikin em ê berxwedana xwe bidomînin."
 
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hatiye destpêkirin, di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin.  Xizmên girtiyan jî di vê çarçoveyê de dest bi nobeda edealetê kirin.  
 
Nobeta Edaletê ya ku bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê hatin destpêkirin didome. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepeyê berdewam kir. Hevserok û rêveberên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER), nûnerên DEM Partiyê yên Sûltangaziyê û gelek welatiyan ji bo piştgiriyê serdana Nobeta Edaletê kirin. 
 
Di çalakiyê de binçavkirinên serê sibê hat şermezar kirin û derbarê mijarê de Fînce Akman, axivî û bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Îro gelek hevalên me hatin birçavkirin. Dewlet ji jin û dayikan ditirse. Em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin. Em ê her tim li cem dayikên ku hatine binçavkirin bîn. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Fînce wiha dawî li axaftina xwe anî: "Îkdîtar bi salan e êrişê Gelê Kurd, zarokên kurd û jinên kurd dike. Lê divê bê zanîn ku piştî vê saetê şûnde em tu carî paşve gav navêjin. Em natirsin. Em  ê bi vîna xwe berxwedana xwe bidomînin."
 
Çalakiya Nobeda Edaletê bi stranan berdewam dike.