'Hevserokatî encama têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr e'

  • 09:02 16 Çile 2024
  • Ramyarî
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Endama PM'a DBP'ê Elîf Turan, a ku derbarê modela hevserokatiyê ya DEM Partiyê û bi nûnertiya wekhev tevlibûna wê ya hilbijaritnê nirxand, diyar kir ku pergala hevserokatiyê encama têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr e. 
 
Modela hevserokatiyê ya ku cara ewil ji aliyê Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a di sala 2005'an de hat avakirin û cara yekem di sala 2014'an de ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di rêveberiyên herêmî de hate bicihkirin, di hilbijartinên herêmî yên 2024'an de jî esas tê girtin. Digel ku pergala hevserokatiyê di cîhanê de cara yekem di rêveberiyên herêmî de tê bicihkirin, ji bo rêxistinên sivîl jî modelek e. Di heman demê de bi berfirehkirina xeta azadiya jinê di biryara jinan de veguhertina civakî jî tê armanc kirin. Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Turan têkildarî girîngiya hevserokatiyê di rêveberiyên herêmî de axivî.
 
'Pergala hevserokatiyê bi DEM Partiyê re ê ket jiyanê'
 
Elîfê da zanîn ku hevserokatî pergaleke demokratîk e û got, "Yekane şêwaza rêveberiya xweseriya demokratîk e û bi rastî jî destwerdana li zîhniyeta avaker a serdest e." Elîf, bal kişand ser qeyûmên ku ji sala 2016'an ve hatine tayînkirin û diyar kir ku polîtîkaya qeyûman pergala hevserokatiyê di bin êrîşên dijwar de ye. Elîfê diyar kir ku hikûmet bi taybet li dijî destkeftiyên jinên Kurd di nava şer de ye û wiha got: “Heta jinek tenê bimîne em ê pergala hevserokatiyê pêk bînin. Em careke din destnîşan dikin ku hem bi piştgiriya têkoşîna hevalên xwe yên li girtîgehê û hem jî weke jinên niha li qadan, ji bo hevserokatiyê, nûnertiya wekhev û xwerêveberiyê bidin jiyîn û» çi ji destê me tê em ê bikin."
 
'DEM Partî berdewamiya paradîgmayekê ye'
 
Elîfê got, DEM Partî berdewamiya paradîgmaya heyî ye û destnîşan kir ku DEM Partî bi perspektîfeke demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê tê birêvebirin. Elîf got, “Pergala hevserokatiyê li dijî pergala ku zîhniyeta mêr tê meşandin e. Ev ne tenê rewşeke ku jin ji aliyê fîzîkî û biyolojîk ve tê de ye. Aqilê jinê herikbar e.   Ji ber vê yekê em girîngiyê didin tevlîbûna jinan a di pergala hevserokatiyê de."
 
‘Hevserokatî bi ‘Jin jiyan azadî’ jiyanî bû'
 
Elîf da zanîn ku dirûşma "Jin jiyan azadî" felsefe ye û ji bilî vê felsefeyê gotin ne di cih de ye. Elîfê ev tişt anî ziman, "Di girêdana jiyan û azadiyê de hevbendiya jin û jiyanê heye. Ji bo vê jî şeta yekemîn famkirina girîngiya pergala hevserokatiyê ye. Nûnertiya wekhev û zindîkirina dirûşma 'Jin jiyan azadî' di rastiyê de sedema bingehîn a ku jin di mekanîzmekê de cih digirin e. Em dibêjin 'heta jin azad nebe civak azad nabe'. Bi rastî, ev rewş tam hewce ye ku em li vir bibînin. Bêyî jin azad bibe civak azad nabe, bêyî jin azad bibe jiyan nayê dîtin, xweza bi ti awayî jiyanî nabe.”
 
'Destkeftiyên têkoşîna 40 salî'
 
Elîfê da zanîn ku bi têkoşîna 40 salan destkeftiyên jinan bi dest xistine û anî ziman ku wan ev destkeftî bi pergala hevserokatiyê tacîdar kirine. Elîfê da zanîn ku pergala hevserokatiyê encama têkoşîna jinan a li dijî dewlet û desthilatdariya mêr  e û destnîşan kir ku jinan li dijî êrîşa paşve gav neavêtine.
 
'Me hilbijartin bi Demokrasiyê tacîdar kir'
 
Elîf bi bîr xist ku DEM Partiyê  piştî hilbijartinên giştî li Tirkiye û bajarên Kurdistanê gelek civînên gel li dar xistin û diyar kir ku di encama wan civînan de biryar hat dayîn ku gel şaredariya xwe hilbijêre. Elîfê wiha got: "Belê, di şert û mercên heyî de jixwe  gel hevserokên xwe dibijêr e. Şaredarî di hilbijartinên fermî de. Lê belê partiya me armanc kir ku vê rewşê bi hilbijartina ji malbatên girtiyan, rêxistinên sivîl û rêveberên demokratîk ên bajêr li bajarê xwe pêk bîne. Gel bixwe dê biçe ser sindoqan û  hevşaredar û endamên xwe yên meclîsê hilbijêre. Ev rewşek pir hêja û girîng e. Tiştê ku em jê re dibêjin demokrasî û şefafiyet, tam ew e ku em li vir pê re mijûl dibin. Em dixwazin bi rêyên demokratîk pêş bikevin.”