Jina 81 salî ku nikare bimeşe kirin endama AKP’ê

  • 09:02 14 Çile 2024
  • Rojane
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Jina 81 salî ya li Qoserê dijî, nexweşa alzheîmerê ye û bi zor dimeşe, Şemsî Erol ku endama HDP’ê bû diyar kir kir ku neviyên wê li e-devletê mêze kirine û derketiye holê ku di 2022’an de ew kirine endama AKP’î. Şemsî bertek nîşanê rewşê da û got wê serî li ÎHD’ê bide.
 
Şemsî Erol ya 81 salî li Qoser a Mêrdînê dijî û nexweşa Alzheîmerê ye, bi zor diaxive û dimeşe. Bêyî agahiyê Şemsî kirin endama AKP’î. Di rojên borî de neviyên wê li E-dewleta wê dinêrin û derdikeve holê ku Şemsî ya ku endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye, qeyda wê hatiye paqijkirin û kirine endama AKP’î.
 
Zarokên Şemsî ku di lêpirsîna ku ji ser butona Lêpirsîna Endamtiya Partiya Siyasî ya Serokatiya Dadgeriyê  kirin bi encama ‘Hûn endama aktîf a dema 2022-2 a Teşkîlata partiya Adalet û Pêşvebirinê ya Mêrdîn-Qoserê ne’ hatin rû hev. Zaorkên wê diyar kirin ku dayika wan xwendin û nivîsandina wê tuneye, Tirkî jî nizane û bêyî agahiya wê  ji ber nexweşiya wê  îmze navêtiye tu derê.
 
Şemsî bertek nîşanê rewşê da û wiha got: “Neviyê min du roj berê hatin mala me. Got ‘pîrê tu kirine endama Erdogan’. Min fê nekir, min got çawa ez kirim endam. Ez denga xwe nadim wan. Ez HDP’î me ez çawa kirime AKP’î? Ez Tirkî nizanim. Ez ji wan hez nakim. Ez çawa kirime endama wan. Bila ji min dûr bin. Bêyî agahiya min ez kirime endam. Neviyê min negotiba agahiya min tunebû. Em ê li mafê min bigerin. Em dixwazin ji zaliman xilas bibin. Ez ê serî li ÎHD’ê bidim.”