Dayikên Aştiyê yên Geverê: Dê berxwedan bidome

  • 09:06 9 Çile 2024
  • Rojane
Rojda Aydin - Rabîa Onver 
 
WAN – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Geverê ku piştevaniya çalakiya Nobeta Edaletê ya Wanê kirin, destnîşan kirin ku dê berxwedana xwe mezin bikin û bang li dewletên navneteweyî kirin ku gavên pêwîst bavêjin.
 
Nobeta Edaletê ya li Wanê ya ji bo piştgiriya pêngava “Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” û ji bo piştevaniya çalakiyên grevên birçîbûnê yên li zindanan dest pê kir di roja 36’an de berdewam dike. Nobetên Edaletê her roj her ku diçe mezintir dibe û li her bajarê malbatên girtiyan dest bi çalakiyê dikin. Li Wan, Amed, Mêrsîn, Stenbol, Edene û gelek bajarên dinê dayik daxwaza rakirina tecrîdê û jiyanek azad dikin. Çalakiya Nobeta Edaletê ku li Wanê bê navber didome, bi serdanan ev piştevanî mezintir dibe. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Gever a Colemêrgê piştevaniya nobetê kirin û bang dewletên navneteweyî kirin ku gavên çareseriyê bavêjin.
 
'Dê berxwedan berdewam bike’
 
Dayîka Aştiyê Emîne Engudar, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ne bi tenê li ser Birêz Ocalan tê meşandin di heman demê de li ser tevahî Gelê Kurd û Rojhilata Navîn tê meşandin. Emîne, tecrîda ku bi salan e tê meşandin şermezar kir û wiha got: “Ev nêzî sê sal in tecrîdek girantir tê meşandin û tu agahiyek ji Birêz Ocalan nayê girtin û hevdîtin nayê kirin. Bi vê yekê re tecrîdek giran li ser tevahî girtîgehan tê meşandin. Heta ku tecrît li ser girtîgehan be li ser me tevahî gelan e. Ev tecrît ne bi tenê li ser Birêz Ocalan û girtiyan e. Heta ku tecrît neyê şikandin bila tu kesekî nebêje ku ez ê di bin vê tecrîdê de derbikevim. Tecrît li ser me jî niha tê meşandin. Em berxwedana girtiyan û Birêz Ocalan silav dikin. Destûr nadin ku hevdîtin bi wî re pê kirin. Zilmek mezin li Îmraliyê û li ser tevahî girtîgehan tê meşandin. Heta ku em saxbin em ê li pey vê dozê û Birêz Ocalan bin. Heta ku tecrît li ser Birêz Ocalan hebe dê ev berxwedana me jî berdewam bike.”
 
‘Tevahî gel di bin tecrîdê de ye’
 
Emîne, bal kişand li ser hatina xwe ya serdana nobetê û destnîşan kir ku ji bo ev berxwedan mezin bikin hatine. Emîne, bi lêv kir ku ev dayik ji bo daxwaza girtiyên wan û tecrît rabine dest bi vê nobetê kirine û wiha pê de çû: “Em ji bo piştevaniya dayikên xwe bikin hatin. Heta ku em saxbin em ê bi dayikên xwe re bin. Em wan bi tenê nehêlin. Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin em bang li tevahî gelên xwe dikin ku dengê xwe derbixin û rabin li ser piyan. Em hemû parçeyekî ne û divê dengê xwe bikin yek û tecrîdê rabikin. Bila tu kesek li hember girtîgehan çav û gûhên xwe negire. Rabin li ser piyan. Bila dengê girtiyan bibihîzin. Dê heta kengî ev zilm berdewam bike. Gundên me şewitandin, bajarên me xirap kirin, rojnameger girtî ne, Birêz Ocalan girtî ye. Dê êdî çi bi me bikin? Heta îro li hember vê  zilmê me serî netewandiye û em ji vê şûnde jî netewînin. Banga min ew e ku bila tevahî Gelê Kurd bibin yek û rabin li ser piyan û tecrîdê bişkînin. Heta em tecrîdê neşkînin dê ev zilm berdewam bike û girtîgeh tim bibe para me. Ji ber vê yekê ji bo ev yek nebin divê rabin li ser piyan. Îro li her deverê bajarên me girtine. Ev hemû tecrîde. Ger ku em îro mafên xwe neparêzin em ê nekaribin sibê mafê xwe biparêzin. Di girtîgehan de dengê girtiyan zêdetir dertê. Divê em jî dengê xwe derbixin. Em nikarin li kolanên bi rehetî bigerin. Em nikarin behsa tecrîdê bikin. Ji ber vê yekê ne bi tenê em kurd tevahî gelên dinê jî di bin tecrîdê de ne. Bila hemû bi hev re rabin.”
 
‘Wekî Kobanê dê ev berxwedan mezin bibe’
 
Ji Dayikên Aştiyê Fatma Temel jî got ew ji bo piştevaniya dayikên ku nobetê de digirin, bikin hatine û da zanîn ku bi piştevanî û berxwedanê dê bigihîjin armanca xwe. Fatma, tecrîda ku bi destên desthilatdariya AKP’ê hatiye girankirin şermezar kir û wiha axivî: “Birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdek giran de ye. Ev sê sal in em tu agahî jê nikarin bigirin. Ev ne mirovahî ye. Mirovekî ku di nava çar dîwaran de girtî be û hemû mafê wî ji destên wî bê girtin dê çawa bike. Mafê Birêz Ocalan jî heye ku di girtîgehê de mafên xwe pêk bîne û hevdîtinê bike. Dewlet tecrîdê giran dike ku ji bo gel jê dûr bimîne. Lê li aliyekî dinê ve jî dibe ku dewlet bi xwe jî pê re hevdîtinan dike. Lê li aliyekî ve jî bi tecrîda giran kirine ve destûrê nadin bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Di girtîgehan de jî li hember vê tecrîdê grevên birçîbûnê dest pê kiriye. Ev vê sekn û berxwedana wan silav dikin. Em dixwazin hemû kes piştevaniya vê çalakiyê bike. Heta damleyek xwîna me hebe em ê li pey girtiyên xwe bin. Dewlet bedena me parçe parçe jî bike em dayîk gavê paşve navêjin. Em heta dawiyê bi girtiyên xwe re ne. Tecrît bi girseyek mezin encax bê şikandin. Wextê şerê Kobanê çawa ku gel rabû li ser piyan li ber xwe da, em ê niha jî vê berxwedanê mezin bikin. Banga min ji hemû kesên ku edaletê dixwazin ew e ku bila hemû bên destên xwe bidin destên dayikan û vê tecrîdê rabikin. Daxwaza me rakirina tecrîdê ye.”
 
‘Ger ku mafê mirovan diparêzin niha li ku derê ne?’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî da xuyakirin ku 25 sal in li hember tecrîda ku tê meşandin dengê xwe bilind dikin û da zanîn ku divê hemû kes jî li hember vê tecrîdê rabin li ser piyan û piştevaniya malbatên girtiyan bike. Gulbeyaz, bi bîr xist ku barekî giran li ser milên girtiyan û û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ev tecrît rabibe girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û vê barê girtine li ser milên xwe. Mafê girtiyan û Birêz Ocalan tê binpêkirin û di nava çar dîwaran de tên girtin. Ji bo tecrîdê bişkînin bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em azadiya Gelê Kurd dixwazin. Divê hemû gelên li derve jî xwedî vîna girtiyan û Birêz Ocalan derbikeve. Mifteya azadiyê di destê Birêz Ocalan de ye. Eger ku Birêz Ocalan azad be dê hemû Gelê Kurd û gelên dinê jî azad be. Bila ev bar ne bi tenê li ser milên malbatan û girtiyan bimîne. Divê hemû kes tevlî vê çalakiyê bibin û vê piştevaniyê mezin bikin. Em bi piştevaniyek xûrt dengê xwe bilind bikin. Em dewletên navneteweyî jî şermezar dikin ku ev qas sal in tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin tu tiştî nakin. Ger ku mafê mirovan diparêzin niha li ku derê ne? Çav û guhên xwe girtine. Mafê wî yê hevdîtinê tê qedexekirin. Lê belê heta niha tu gavekî çareseriyê nehatiya avêtin. Mafê malbat û parêzar heye ku hevdînê pê re bikin.”
 
‘Ev komplo bi destên wan hat meşandin’
 
Gulbeyaz, herî dawî bang li dewletên navneteweyî kir ku pêywira xwe bi cih bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev komplo bi destên wan li ser Birêz Ocalan hat meşandin. Ji ber vê yekê banga me ji wan re ew e ku li hember vê tecrîdê derbikevin û gavên çareseriyê bavêjin. Heta ev tecrît ranebe dê grevên birçîbûnê ya ku li girtîgehan destpê kiriye jî dê bi dawî nebe. Em serkeftinê û azadiyê dixwazin. Em rojên xweş dixwazin.”