‘Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin çareserî guherîna civakî ye’

  • 09:03 9 Çile 2024
  • Rojane
Pelşin Çetinkaya
 
AMED - Psîkolog Bahar Bayindir diyar kir ku di civakê de tundî wek riya çareseriyê tê dîtin û wiha got: “Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin hewce bi guherîna civakî heye.”
 
Polîtîkayên zayendperest bi taybet wek tundî li jinan vedigerin. Tundî li malê, dibistan, kolan, kargerî û her qada jiyanê xwe dide der. Li gorî çeteleya ajansa me ya sala 2023’an de 320 jin hatine qeitklirin, 189 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Psîkolog Bahar Bayindir sedema tundiyê, bandora tundiyê ya li ser jiyanê û riyên çareseriyê nirxand.
 
‘Tundî wek riya çareseriyê tê dîtin’
 
Baharê daxuyakirin tundî bi awayekî sistematik tê kirin û wiha vegot: “Civak tundiyê wek çareserî dibîne. Li gorî min aliyekî civakî yê tundiyê jî heye. Bi taybet di hinek civakan de tundî wek riya çareseriyê tê dîtin. Di vabûna zîhniyeta mêr de, di avakirina pergalên olî de, di avakirina pergala perwerde û avakirina hişmendiyê de tundî tê dîtin.”
 
Di pergala perwerdê de tundî
 
Baharê her wiha destnîşan kir ku di civakan de gelek mînakên tundiyê hene û wiha dirêjî daye: “Em mînak bidin. Di civakê de li hember zarokan nêrînek wek ‘ger guh nede te lê bide’ heye. Ev heta demekê di pergala perwerdehiyê de jî hebû. An jî feraseteke wekê ‘zarokê ji zikê jinê ço ji pişta wê kêm neke’ heye. Lê di her pêvajoyê de hatiye dîtin ku vegereke erênî ji van nêzîkatiyan tuneye.”
 
Tundiya di nava civakê de
 
Baharê daxuyakirin ku tundiya di sektora tenduristiyê ya ew jî têde dixebite, ji tundiyên din yên civakê de tên dîtin cudatir nîne û ev tişt anî ziman: “Tundiya di kargerî û di heman pîşeyan de tê kirin ji bre sedema hêzê dertê holê. Ev tundî ji zîhniyeta ‘ez li vir ji we xurtirim xwedî gotinê me, ez dikarim biryarê bidim’ tê.  Bi taybet mêr li hember jinan tundiya psîkolojîk bikar tîne û dema ev têrî wan nake vê carê dest bi tundiya fîzîkî dikin.”
 
‘Ji bo tundî bidawî bibe divê guherîn hebe’
 
Baharê wiha dawî lê anî: “Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin divê gelek guherîn hebin. Divê têgehên xurt û ne xurt bên lêpirsînkirin. Divê binpêkirian sînoran û tundî bê lêpirsînkirin. Ji bo pêşî li tundiyê bê girtin hewce bi guherîna civakî heye.”