‘Ji azadiya serokatiyê ditirsin’

  • 09:08 8 Çile 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Jinên der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivîn wiha gotin: “Mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e û azad bibe wê hemû kes azad bibin. Ew ji azadiya serokatiyê ditirsin.” 
 
34 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê dimînin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Li dijî tecrîda giran kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî"  di 10'ê Cotmehê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin hati destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de di 27'ê Mijdarê de girtiyên siyasî ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan li Edene û Mêrsînê ji bo piştevaniyê bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Li Amedê jî çalakiyê mehek li pey xwe hişt. Nobeta Edeletê bi piştevaniyek mezin didome. Jinên ji Mersînê çûn Amedê der barê tecrîdê de nirxandin kirin.
 
‘Em riyek hevpar dixwazin’
 
Şemsî Acar ya ji Mersînê hat tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Em jin heta ku hebin wê tecrîdê qebûl nekin. Girtî niha di grevê de ne. Em jî di nobetên edeletê de ne. Ez bang li hemû jinan dikim. Em dest bidin hev û nobetê bigirin. Em riyek hevpar dixwazin. Hemû dayik dikarin riyek hevpar bibînin. Em ê heta dawiya jiyana xwe çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Mifteya aştiyê Apo ye’
 
Haybet Kalkan jî bertek nîşanê tecrîdê da û wiha daxuyand: “Apo aştiyê ji bo her kesî dixwaze. Mifteya aştiyê Abdullah Ocalan e. Ji bo Fîlîstînê digirin. Lê Kurd ne mirov in? Bi çekên kîmyewî tên qetilkirin, jina 70 salî cenazeyê wê li kolanê hiştin. Heta Apo azad nebe kes azad nabe. Em aştiyê dixwazin. Em aştiyê dixwazin.”
 
‘Bila aştî pêk bê’
 
Ayşe Înan jî  wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Gelê Kurd her tim li ber xwe da. Em edeletê dixwazn. Em dayikên aştiyê dixwazin aştî pêk  bê û tecrîd bê rakirin. Dayik diçin ber girtîgehan li wir zextan dibînin. Her kes li berxwe bide  û piştgiriyê bidin hev wê xurt bibin.”
 
‘Hebûna me serokatiya me ye’
 
Kadiye Oguz jî balkişand ser berxwedana girtiyan û Nobeta Edeletê û wiha vegot: “Hebûna me serokatiya me ye. Ew azad bibe em ê hemû azad bibin. Tecrîd bê bidawîkirin wê tecrîda li ser zarokên me ya li girtîgehan jî bi dawî bibe. Gelek bê rêber dibe ma?Em bi serokatiya xwe serbilindin. Em bi saya wî îro li virin. Em spasiyên xwe ji bo serokatiya xwe dikin. Em silavên xwe dişînin. Bijî Rêber Apo, bijî berxwedana zindanan.”