Têkoşîna xizmên windayan didome

  • 09:03 6 Çile 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Pinar Yilmaz diyar kir ku bavê wê Necmî Çaçan 31 sal berê bi îşkencê hatiye qetilkirin û got ji bo gumanbar bên dîtin û darizandin sedsalekî din jî derbas be wê têbikoşe.
 
Necmî Çaçan di 29’ê Kanûna 1993’yan de li gundê Duzce ya Tetwan a Bedlîsê di encama îşkenceya giran a leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Keça wî Pinar Yilmaz 31 sale têdikoşe.
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan yên Colemêrgê her hefte rojên şemiyê çalakiyên xwe pêk tîne. Pinar Yilmaz ya her hefte di çalakiyê de cih digire  gumanbarên bavê xwe  Necmî Çaçan dipirse. Pinar heman demê de di rêveberiya ÎHD’a Colemêrgê de cih digire.
 
Pinarê da zanîn ku di 1993’yan de leşkeran bi ser gundê wan de girtiye û got: “Her der şewitandin, gulebaran kirin. Bavê min hewl da me biparêze. Her kes diqêriya. 15 deqeyan mala me gulebaran kirin. Deriyê me xistin. Em 5 xwişk û bira bûn. Wê demê ez 12 salî bûm.”
 
‘Min got neçe’
 
Pinarê diyar kir ku çawa dayika min derî vekir leşkeran dayika min xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min ji hembêza dayika min ket erdê. Bavê min xistin. Em 12,14 15 salî bûn. Berê çekan dan me. Pirs ji me dipirsîn. Leşkeran bavê min birin. Dayika min hîna li erdê ji ser hişê xwe çibû. Ez li pey bavê xwe digiriyam. Min got ‘bavê neçe’. Bavê got netirse ez ê bêm.”
 
‘Yekane derdê bavê min e’
 
Pinarê daxuyakirin ku dayika wê çawa rabûye ser xwe derketiye derve lê leşkeran her der gulebaran kirine û wiha vegot: “Em heta sibehê payîn. Sewal, mal, baxçe dişewitîn. Yekane derdê me bavê min bû. Sibehê her kes rabû li qada gund civiyan. Bavê min tunebû. Me lêgerîn da destpêkirin. Birayê min hat, destê wî de pêlav û kefiya bavê min hebû. Wekê ku aqil avêtibe direqisî û dihat. Me wê demê fêm kir ku tiştek bûye.” 
 
‘Min bedena parçekirî berhev kir’
 
Pinarê diyar kir ku ber bi cihê ku birayê wê çibû ve ew jî çûye û wiha got: “Di bin dara guzê de min mêjî dît. Min ne fikirî ku yê bavê min e. Tiştekî wisa hov û çavsor nehat hişê min. Min mêjî kom kir û kir pêşa xwe. Piştî hinek din çûm min bavê xwe dît. Ez wisa mam. Ne giriyam ne qêriyam. Bedena bavê min hatibû parçekirin. Bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bedena bavê min nehat şûştin. Wecîbeyên olî nehatin cih. Bi lez û bez definkirin. Ji her derê kefen xwîn diherikî. Bavê min bi kefenê sor hat definkirin. Wê demê bi zor bi apê bavê min kaxizek ‘PKK’iyan kuştiye’ dabûn îmzekirin. Agahiya me ji vê tunebû. Em jî koçî Wanê bûn.”
 
'Têkoşîna me wê bidome'
 
Pinarê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî salan şûnde kesê bi navê Korkmaz Tagma yê bi navê Kelle Kesen dihat nasîn di  roportekê de digot ‘Me di serdegirtina Bedlîsê de Necmî Çaçan kuşt’. Tevî vê îtîrafê kes nehat darizandin. Bi beşopandinê hat girtin. 31 sale em têdikoşin. Heta kujer neyên darizandin neyên cezakirin têkoşîna me wê bidome.”