Girtî jî malbat jî di daxwazên xwe de bi israr in

  • 09:08 5 Çile 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
ÎZMÎR - Hevjîna Şukru Çîçek yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, Necla Çîçek diyar kir ku heta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re neyê kirin wê Gelê Kurd nesekine û got: “Tiştên Abdullah Ocalan dibêjin ji bo Gelê Kurd girîng e.”
 
34 mehe agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û li her çar alî cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgisrêka kurd têkoşîn didome. Girtiyên siyasî li girtîghên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî vê malbatên girtiyan jî li Amed, Mersîn, Wan, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman daxwazê dest bi nobeta Edeletê kirin. 
 
Hevjîna Şukru Çîçek yê li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Îzmîrê di greva birçîbûnê de ye, Necla Çîçek diyar kir ku girtîgehan girtî û li derve jî malbat li ber xwe didin û got daxwaza wan azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.
 
'Em ê her tim li cem wan bin' 
 
Neclayê diyar kir ku êş û derde kurdan yek e û wiha vegot: “Şukru ji 2007’an de ye girtiye. Li girîgehê gelek pirsgirêk jiya. Di şertên giran de ma. Şukru her tim surgun kirin. Gelek caran cezayê hucreyê danê. Bavê wî mir nehat. Ji bo bê 40 hezar lira pere xwestin. Me ev ji xwe nikaribû bida. Niha girtî di grevê de ne. Heta ji destê me bê em piştgiriyê didin. Em bang li hemû kesî dikin ku piştgiriyê bidin girtiyan. Em her tim ligel wan e. Divê em malbat jî ligel hev cih bigirin.”
 
‘Em li berxwe didin’
 
Neclayê wiha dirêjî daye: “25 roj cezayê hucreyê ya Şukru nû qedya. Me nû hevdîtin kir. Behsa pirsgirêkên girtîgehê dike. Behsa zextên psîkolojîk dike. Girtî li wir berxwe didin. Daxwaza me ev e ku êdî azad bin. Bila gelê me rehet bike. Em dixwazin zil û zextên li ser wan bidawî bin. Di alî psîkolojîk de hewl didin wan biçewisînin. Lê em berxwe didin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Divê demildest hevdîtin bên kirin. Gotinên Abdullah Ocalan gelek girîng in. Ji ber vê jî tecrîda giran dimeşînin.”
 
‘Wê nikaribin me biçewisînin’
 
Neclayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ev e ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin. Dewlet çima asteng dike. Naxwazin Gelê Kurd rabin ser piyan. Hem li ser Abdullah Ocalan hemli ser girtiyan tecrîdê pêk tînin. Daxwaza me ev e ku tecrîd rabe. Bila hevdîtin pêk bê. Bila daxwaza girtiyan bê cih. Çi dikin bila bikin wê nikaribin me biçewisînin.”