Nobeta Edaletê mehek li pey xwe hişt

  • 09:06 5 Çile 2024
  • Rojane
 
Gulistan Gulmuş
 
AMED - Nobeta Edeletê ku piştî girtiyên siyasetî dest bi grevê kiribûn hatin destpêkirin mehek li pey xwe hişt. Yên tevli nobetê bûn ji roja ewil de daxwazên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.
 
Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de bi şîara ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ greva birçîbûnê dan destpêkirin û di roja 40'î de ye. Piştî vê malbatan li bajarên cuda bi heman daxwazan dest bi Nobetên Edeletê kirin. Li Amedê di 4’ê Kanûnê de bi pêşengiya Komeleya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) hat destpêkirin û niha li Wan, Mersîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê didome.
 
Çima nobetên edaletê?
 
Piştî ku girtiyên siyasî dest bi grevê kirin di 4’ê Kanûnê de jî malbatan dest bi Nobeta Edeletê kirin. Girtî û xizmên girtiyan bi çalakiya xwe tevli pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ya li her derê cîhanê tê meşandin bûn.
 
3 sal in agahî jê nayê girtin
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê tê girtin û 3 sal in tu agahî jê nayê girtin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Herî dawî di 25’ê Adara 2021’ê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinek kurt kiribû. Nobeta Edaletê û grevên birçîbûnê bi armanca azadiya Abdullah Ocalan hatin destpêkirin. 
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê li avahiya DEM Partî ya Rezanê pêk tê. Xizmên girtiyan her roj saet di navbera 11.00 û 17.00’an de tên gel hev û bangên xwe dikin. Serdanan qebûl dikin. Di mehekê de serdanên ji bo Nobetê pir zêde bûn. Delegasyona Jinan a Navneteweyî jî di vê pêvajoyê de çû serdana Nobeta Edaletê. Jinan di Nobeta Edaletê de her tim biryara xwe ya ji bo çalakiyê anîn ziman. 
 
Bi girtiyan re hevdîtina telefonê
 
Jinan di Nobeta Edaletê de bi girtiyan re hevdîtina telefonê kirin û hevdîtin bi jinên li wir re parve kirin. Jinan her roj li kilamên Aklîme Hanas û Meryem Soylu guhdar kirin û bi stran û tililiyan têkoşîna xwe didomînin.