Bêyî Gulîstanê hezar û 460 roj

  • 09:03 5 Çile 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Di ser qetilkirina Gulîstan Doku de 4 sal der bas bû û ji bo gumanbar bên dîtin û darizandin têkoşîneke mezin hat dayîn. Bediye Doku ya têkoşîna keça xwe bi israr didomîne di sala 4’an de banga "Keça min bibînin" dike.
 
Xwendekara Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku ya 21 salî di 5’ê Çileya 2020’î de bi guman winda bû û di ser bûyerê re 4 sal derbas bû. Malbata Gulistanê di heman rojê de hatin Dêrsimê û serlêdana windabûnê kirin. Di dema ku xebatên lêgerînê yên li ser windabûnê hatin destpêkirin, hat diyarkirin ku herî dawî telefona Gulistan Doku li ser rêya Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê sînyal daye. Ji ber îhtîmala ku Gulistan bikeve avê, li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê hatin kirin; lê di lêgerînê de tu şopa Gulistanê nehat dîtin. Li gel hemû daxwaz û rexneyên malbat û parêzeran jî lêgerîna Gulistanê ya li bejahiyê nehat kirin, rayedarên dewletê jî bi îdiaya “di avê de ye” lêpirsîn bi baldarî nekirin.
 
Hewl dan nêrîna întîxarê biafirînin
 
Di windabûna bi guman a Gulisanê de polîsan bi zanebûn nêrîna ‘întîxar kiriye’ afirandin û di pêvajoyê de derket holê ku bavê gumanbarê sereke Zaînal Abarakov, polîs Engîn Yucel e. Derket holê ku girteka ewil ja liyê Şaxa Asayîşê ya ku Engîn Yucel jî têde ye hatiye amadekirin. Li ser navê Waliyê demî yê Dêrsîmê Tuncay Sone, Midûrê ÎŞKUR a Tunceliyê O.A û xebatkarê Walîtiyê F.G zext li malbatê kirin ku bi çapemeniyê re hevdîtinê nekin.
 
Xebatên lêgerînê hat sekinandin
 
Di dema ku xebatên lêgerînê yên li ser windabûnê hatin destpêkirin, hat diyarkirin ku herî dawî telefona Gulistan Doku li ser rêya Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê sînyal daye. Ji ber îhtîmala ku Gulistan bikeve avê, li Çemê Mûnzûrê xebatên lêgerînê hatin kirin; lê di lêgerînê de tu şopa Gulistanê nehat dîtin. Li gel hemû daxwaz û rexneyên malbat û parêzeran jî lêgerîna Gulistanê ya li bejahiyê nehat kirin, rayedarên dewletê jî bi îdiaya “di avê de ye” lêpirsîn bi baldarî nekirin. Xebatên legerînê di 6’ê Tîrmeha 2020’a de hat sekinandin.
 
Di 23’yê Çileyê 2022’yan de malbata Gulistanê çû Enqereyê û bi daxwaza bi wezareta dadê re hevdîtinê bike çû ber wezaretê û polîsan malbatê xist. Piştî vê wezîrê karê hundir yê demî Suleyman Soylu ji ser hesabê Twîtterê  daxuyanî da û got ji bo dîtina Gulistanê bi samimiyet hewl didin û partiyên muxalefetê yên ev mijar anîn rojevê jî bi sûcdariya 'Rranta siyasî’ sûcdar kirin.
 
Jin Gulistanê dipirsin
 
Tevî hemû bûyeran, rêxistinên jinan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî rêxistinên jinan ên Dêrsimê, ji bo hînbûna aqubeta Gulistanê gelek çalakî li dar xistin. Çalakiyên ku dihatin lidarxistin car caran rastî êrişa polîsan hatibin jî jinan di van 4 salan de qet dev ji pirsîna pirsa “Gulistan Doku li ku ye?” bernedan. Tevî her tiştî ji aliyê rayedaran ve gav nehat avêtin.
 
Hemû tiştên derketin holê Zaînal Abarakov nîşan dida
 
Tevî hemû delîlan li şûna gumanbar û bên lêpirsînkirin, daraz û desthilatdariyê li dijî daxwaza edeletê bêdeng man. Zaînal Abarakov ê ku di 17'ê Adara 2022'yan de li Alanyayê hat binçavkirin, bi qedexeya derketina derve hat berdan, tevî îfadeyên xwe yên dijber ên li dozgeriyê jî hat berdan. Wekî din, di 18’ê Adara 2022'yan de hat eşkerekirin ku Zainal Abarakov 6 mehan îmze nekiriye, di heman demê de divê şertê kontrola qanûnî îmze bikira.
 
‘Keça min bibînin’
 
Dayika Gulistanê ku tevî 4 sal derbas bûye nehat dîtin, Bedriye Doku, bi hevkariya ajansa me daxwaza xwe anî ziman û got yekane daxwaza wê ev e ku keça wê Gulîstan bê dîtin û wiha got: “Çima nayê dîtin ez nizanim. Bang li Wezareta Dadê, li serokomar dikim. Keça min bibînin. 4 sale jiyan li me bû jehr. Ji bo me ne roj roj ne jî şev şev e.