Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

  • 15:36 24 Kanûn 2023
  • Rojane
AMED - Piştî kongreya ku Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê pêk anî, di êrîşa polîsan de gelek ciwan hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin.
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Salona Dawetê ya Geterler a Amedê bi coş li dar xist. Piştî kongre bi dawî bû polîsan tundî û îşkence li ciwanên salon terikandin kirin û ciwan hatin binçavkirin.
 
Ciwanên ku birin otobusa binçavkirinê bê navber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.