Ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin 2023-12-24 15:36:23   AMED - Piştî kongreya ku Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê pêk anî, di êrîşa polîsan de gelek ciwan hatin binçavkirin û îşkence li wan hat kirin.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi dirûşma “Vejînek Ciwan” li Salona Dawetê ya Geterler a Amedê bi coş li dar xist. Piştî kongre bi dawî bû polîsan tundî û îşkence li ciwanên salon terikandin kirin û ciwan hatin binçavkirin.   Ciwanên ku birin otobusa binçavkirinê bê navber dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.