Hat îdakirin ku li Cizîrê 2 xuşkên hev întîhar kirine

  • 13:47 27 Mijdar 2023
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Hat îdakirin ku li Cizîrê 2 xuşkên hev xwe avêtine Cemê Dîcleyê û întîhar kirine. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îdakirin du zarokên xuşkên hev di saetên serê sibehê de ji Parka Melayê Cizîrî xwe avêtine Çemê Dîcleyê û Întîhar kirine.
 
Ji xuşkên ku hat diyarkirin ji gundekî Cizîrê hatin navçeyê yek ji wan ji aliyê welatiyan ve hat rizgarkirin, lê ya din li ber avê çûye û winda bûye. Zaroka ku winda bû lêgerîna wê dewam dike.