Hat îdakirin ku li Cizîrê 2 xuşkên hev întîhar kirine 2023-11-27 13:47:12     ŞIRNEX - Hat îdakirin ku li Cizîrê 2 xuşkên hev xwe avêtine Cemê Dîcleyê û întîhar kirine.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat îdakirin du zarokên xuşkên hev di saetên serê sibehê de ji Parka Melayê Cizîrî xwe avêtine Çemê Dîcleyê û Întîhar kirine.   Ji xuşkên ku hat diyarkirin ji gundekî Cizîrê hatin navçeyê yek ji wan ji aliyê welatiyan ve hat rizgarkirin, lê ya din li ber avê çûye û winda bûye. Zaroka ku winda bû lêgerîna wê dewam dike.