‘Divê li dijî tacîza polîs û leşkeran jin xwe biparêzin'

  • 09:03 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên ku bertek nîşanî tacîzkirina 2 jinan a ji aliyê 6 çawîşên pispor ve li Wanê hat kirin dan, bal kişandin ser şerê taybet û polîtîkayên bêcezakirinê. Jinan diyar kirin ku li dijî parastina polîs û leşkeran a ji aliyê îqtîdarê ve divê jin parastina xwe bikin û xwe rêxitin bikin.
 
Di 1'ê Cotmehê de li kolana Maraşê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, 6 çawîşên pispor ên ku 2 jin tacizkirin, gel bertek nîşanî wan dabû. Li Kurdistanê bûyerên tacîz û tecawizê yên ku ji aliyê çawîşên pispor ve li jinan tên kirin bi bûyera li Wanê re dîsa ketin rojevê û li dijî van êrîşan bertekên jinan jî dewam dikin. Jinan diyar kirin ku tacîz û tecawiza li jinên Kurd ji aliyê leşker û polsîan ve bi taybetî li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkaya şerê taybet de ye û destnîşan kirin ku îqtîdar bi polîtîkaya xwe ya bêcezakirinê sûcdaran diparêze.
 
'Bêdengî tê wateya hevkariya sûc'
 
Endama Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Emîne Dayîoglû diyar kir ku bûyera tacîzê ne cara yekem e ku li Wanê pêk tê û diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet li ser jinên Kurd li Kurdistanê zext û serweriyê diafirînin û got, "Ev zext û helweat êdî gihiştiye radeyeke din. Bi taybetî kesên bi kincên fermî ku nûnertiya dewletê dikin zextên xw gîhandine asta tacîz û tecawizê.  Herî dawî jî tacîza zayendî ya li ser jinan ji aliyê çawîşên pispor ve bli Wanê bû sedema nerazîbûna gel. Li gel van betekên gel jî disa van çawîşan heqaret li gel kirin. Lê jin wê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî van êrîşan têk bibin. Bêguman pêwîste jin bi taybetî li Rojavayê Tirkiyeyê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku bêdengî tê wateya hevkariya sûc."
 
'Em ê li dijî polîtîkayên qirêj li ber xwe bidin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Qerebagarê Emîne Bozdag, diyar kir ku hikûmet bi taybetî li Kurdistanê li dijî jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û got, "Bûyera li Wanê li hemberî me heqareteke mezin e. Ji bo vê jî divê em li dijî vê li her derê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Ev nayê qebûlkirin. Dixwazin jinên Kurd biçewisînin. Em dibêjin em ê li dijî van polîtîkayên şerê taybet û qirêj li ber xwe bidin."
 
'Kiryar bi polîtîkaya bêcezakirinê tên parastin'
 
Ji Mala Çand û Piştevaniya Jinan a Buca Evka 1 (BEKEV) Neşe Gurgor, diyar kir ku li Tirkiyeyê polîtîkayên li dijî jin û zarokan tên meşandin û diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên bêcezahiştinê kesên tecawizî jinan dikin û wan qetil dikin diparêze. Neşeyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Hikûmet bi armanca tinekirina destkeftiyên jinan polîtîkayan pêş dixwe. Kesên bi kincên fermî yên dewletê ku wekî çawîş û polîs tên pêansekirin jî hêza xwe ji van polîtîkayan digirin û bi van cil û bergan xwe bi hêztir dibînin. Pevçûn û tevgerên cudaxwaz ên ku bi salan e li herêmê didomin, bandora neyînî bêhtir li jian dikin û wan mexdûr dikin. Bi têkoşîna jinê em dikarin jiyana azad, wekhev, demokratîk û pêşerojeke ronî bi dest bixin. Divê jinên têkoşer bi hev re bi awayekî rêxistinkirî li dijî van polîtîkayan têbikoşin.”
 
Girîngiya xweparastinê
 
Ji Partiya Kesk a Çep a bajarê Îzmîrê Şukran Adiyaman jî diyar kir ku bûyera li Wanê encama polîtîkayên dewletê ye û ev polîtîka parçeyek ji pêvajoya zêdeyî 40 salî ye dewam dike ye. Şukranê da zanîn ku ev rewş bûye sedema hêrsa gel û destnîşan kir ku ev yek di wateya xweparastinê de ye. Şukranê diyar kir ku bertekên pêwîst bi parastina cewherî hatine dayîn û got, “Pêwîste hemû civak li hemberî tacîz û tecawizên bi vî rengî bertek nîşan bidin, dakevin qadan û li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind bikin. Ev yek wê bi yekitiya hemû jinan pêk bê. Divê jin di vê mijarê de hişyar bin, xweparastinê pêş bixin û pêşî li polîtîkayên dewletê yên qirkirina jinê bigirin. Divê ev bê rawestandin. Heta ku ev polîtîka neyên rawestandin dê ev êîrî jî berdewam bikin. qirkirina zarok, jin, sewal û xwezayê didome. Em jin pêwîste em li dijî vê yekê werin cem hev û dengê xwe bilind bikin."