Li Amedê ligel zextan komploya navneteweyî tê şermezarkirin

  • 13:19 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan, ligel êriş û zexdan tê şermezarkirin. 
 
Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Parka Koşuyolû a Amedê civiyan. 
 
Girseya ku ji bajarên wek Şirnex, Sêrt, Mêrdîn, Êlih, Wan, Riha, Erzirom, Colemêrgê û gelek bajarên din jî hatin pişti kontrola GBT'ê ketin bajêr. Girseya ku li Parka Koşuyolû li hev civiyan ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. 
 
Her wiha li kolanên Rêzana Amedê jî ciwanan meş lidarxistin û dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan û bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan êriş bir ser girseyê û heta niha 40 kes hatin binçavkirin.
 
Her wiha Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Rihayê Omer Ocalan tecrîd û êrişên ku pêk hatî şermezar kir û got: "Îşkenceya li hemberî Gelê Kurd berdewam dike. Em ji bo şikandina tecrîda li hemberî Ocalan hatin ligel hev. Polîs wek her demî îro jî tundî li me dike. Îro malbata Ocalan û parezerên wî nikarin hevdîtînê bikin. Em vê yekê qebûl nakin û ji bo vê îro hatin ligel hev. Rêya çaresereriyê ji Îmraliyê re derbas dibe."
 
Polîs girseya ku dorpêç kiriye hewl dide ku binçav bike. Her wiha êrişên li hemberî girseyê jî berdewam dike.