'Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin, em dest ji axa xwe bernadin'

  • 10:55 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê yên li dijî êrişên dewleta tirk ên li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşan dan wiha gotin:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze kurdan qir bike û ji cih û warên wan koçber bike. Em jî her li ser axa xwe berxwedana xwe didomînin heta em dagirkeriyê têk bibin."
 
Piştî êrişa 1'ê Cotmehê ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Bi daxuyaniyên Hakan Fîdan, re li ser hev du êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Berxwedan û çalakiyên gelê kurd ên li dijî êrişan jî dewam dikin. Hevseroka Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo û Endama Mala Jinan a Taxa Şêxmeqsûdê, Mewlîde Sîdo bertek nîşanî êrişan dan û gotin:"Em dikarin li hember van êrîşan bibin bersiv û em ê her bi axa xwe ve girêdayî bimînin. " 
 
'Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin, em dest ji axa xwe bernadin'
 
 
Hevseroka Meclîsa Partiya Sûriyeya Pêşeroj Xalîde Ebdo da zanîn ew ê her tim berxwedana xwe ya li dijî êrişan bidomînin û wiha lê zêde kir:"Di van demên dawî de dewleta tirk êrîşên xwe bi ser herêmên me nûjen dike. Bi awayekî hovane sivîlan dike hedefa xwe ku di encamê de dixwaze wêrankirina mezin a binesaziyê çêbike. Lê belê li hember van sûc û kiryaran em weke gelê kurd dest ji axa xwe bernadin. Em ê her israra berxwedanê bikin. Em ê li dijî êrişan li berxwe bidin, dest ji axa xwe bernadin. "
 
'Dixwazin gel dest ji projeya Xweseriya Demokratîk berde'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Xalîde bal kişand ser armancên êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çû:"Dewleta tirk a dagirker armanc dike ku bi êrîşên xwe carek din projeya xwe ya Osmanî nû bike. Her wiha projeya Xweseriya Demokratîk vala derbixe û ji holê rake. Rojane li hemberî bêdengiya dewletên navneteweyî ev êrîş dewam dikin. Her wiha daxwaza tunekirina gelê kurd dike ku gel dest ji axa xwe û Xweseriya Demokratîk berde."
 
'Welat û axa me şerefa me ye'
 
Di dawiya axaftina xwe de Xalîde soza xurtkirina xeta berxwedanê da û got:"Dewleta tirk her armanc dike gelê kurd tune bike lê bila baş bizanibe ku gelê kurd dest ji axa xwe bernade. Hêz û xweseriya gelê kurd heye û xwedî îrade ne. Em dikarin li hember van êrîşan bibin bersiv û em ê her bi axa xwe ve girêdayî bimînin. Ji ber ku welat û axa me şerefa me ye. Tevî ku dewletên navneteweyî li hember van êrişana bêdeng mane jî em dev ji berxwedana xwe bernadin."
 
'Em her li ser piyan e'
 
Di heman demê de Endama Mala Jinan a Taxa Şêxmeqsûdê, Mewlîde Sîdo jî berteka xwe li dijî êrişan da nîşandan û got:"Dewleta tirk her bi hincetên cuda êrîşî gelê kurd dike. Di vê dawiyê de jî ji ber di şerê Dêrazorê de bi bin ket êdî carek din ji bo têkçûna xwe veşêre carek din êrîşî herêmên me kir û her carê sivîl kir hedefa xwe. Lê belê em weke jinên di Taxa Şêxmeqsûdê de her li ser piyan e û li pişta gelê xwe ne, heta ku em dagirkeriyê têk bibin."