‘Wek jinekê bi xebata xwe serbilind im’

  • 09:02 8 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Mevlîde Gedîzmenler, bi hevjîn û du zarokên xwe re ji bo li kolanan cil û bergan nefiroşe, li Baglar a Amedê dukanek cilan vekir û bi vê dukanê debara xwe dike.
 
Ji ber krîza aborî jiyana gel bi neyînî bandor dibe. Jinên ji krîzê bandor dibin têkoşîna jiyanê didin. Jina bi navê Mevlîde Gedîzmenler ku ji vê krîzê û zextên civakê bi bandor bûye, tu carê dest ji têkoşînê bernedaye. Mevludeyê bi 2 zarokên xwe re kolan bi kolan digeriya û cil difrot û dukanek vekir.
 
Aboriya xwe bi vî awayî bidest dixe.
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Mevlîde ku bi firotina cil û bergan debara xwe dike wiha got: “Ewil min li kolanan cil difrot. 5-6 mehan min ev wisa berdewam kir. Piştre min dukan vekir. Xaniyê min kirê ye. Du zarokên min hene. Em nikarin debara xwe bikin. Li dukanê jî rojekê kar başe roja din nebaşe. Carnan ji sibehê heta êvarê em nikarin tiştekî bifroşin. Hevjînê min berê di lokanteyê de dixebitî. Nexweş ket. Ji ber nexweşiyê ji kar hat avêtin. Ji ber vê me li bazarê dest bi firotina cil û bergan kir. Me mêze kir nabe me erebokek seyar girt û me cil wisa firotin.”
 
‘Di bin rojê de bi du zarokan re ev kar zehmet e’
 
Mevlîdeyê di berdewamiyê de wiha got: “Em sibehê saet 08.00’an de derdiketin êvarê heta 19.00’an dixebitîn. Bi hevjîn û zarokên xwe re derdiketim. Bi du zarokan re kar pir zehmet bû. Di bin rojê de zor bû. Ji ber dê û bavên me tunene kes tunebû li zarokan jî binêre. Ji ber vê min bixwe re dibir. Me dukanek dît. Ev mehek û nîve me vekiriye. Carna piştî 5’an şûnde dukanê digirim li kolanan cilan difroşim. Ez ji karê xwe kêfxweşim. Tu carê şerm nakim. Ez bi karê xwe serbilindim. Her tişt bihaye. Dbare zehmete. Kirê ji 10 hezarî dest pê dikin.”
 
Tu jinî li mala xwe rûne!
 
Mevlîdeyê wiha dawî lê anî: “Em jin ji ber zayenda xwe bi gelek zextan re tên rû hev. Li kolanan dema min cil difrot her kesî digot tu jinî vî karî neke. Digotin li zarokên xwe binêre. Lê min şerm nekir. Min tu carê xwe neda alî. Ez bang li hemû jinan dikim. Şerm nekin li ser piyên xwe bisekinin. Hewcedarê mêr nebin."