Kujerê ku sîcîla wî ya sûc gelek zêdeye çima nehat binçavkirin?

  • 09:07 7 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li Qosrê jina bi navê Semra Durak ji aliyê gumanber Omer Durak ku tevî biryara dûrxistinê derbarê wî de hebû ve hat qetiklirin. Gumanbar piştî bûyerê întîxar kir. Tevî ku gumanber bi salan bû tûndiya sistematik dikir nehat binçavkirin û hat hînbûn ku Vejdî Kahraman yê AKP’î jî 6 sal berê Semra ji doza destberdanê vegerandiye. 
 
Li Qoser a Mêrdînê di 2’yê cotmehê de gumanbar Omer Durak jina bi navê Semra Durak ku pê re di asta destberdanê de bû qetil kir. Piştre gumanbar întîxar kir û niha li nexweşxaneyek Amedê tê dermankirin. Semra bi salan bû di bin tûndiya sistematik a gumanbar de bû. Hat hînbûn ku Semrayê di 30’ê Adara 2017’an de doza destberdanê vekiriye lê ji aliyê siyasetmedarên AKP’î Vejdî Kahraman ve ji dozê vegerandiye. 
 
Semra di 10’ê Adara 2017’an de ji ber îşkenca giran a gumanbar gilî dike û der barê gumanbar de doz tê vekirin. Lê  cezayê li gumanbar tê birîn vediguherînin cezayê pere.
 
20 roj şûnde jî Semra ji bo destberdanê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Edenê  doz adestberdanê vedike. Lê hat hînbûn ku wê demê siyasetmedarê AKP Vejdî Karaman dikeve navberê û Semrayê îqna dike ku ji dozê vegere.
 
Li stargehê bicih bû
 
Semra 6 salan îşkence û tûndiyê dibîne. Di serê 2023’yan de gumanbar hewl dide Semrayê bi çekê qetil dike û Semra ji ber îşkencê diçe stargeha jinan a Mêrdînê. Semra ji stargehê derdikeve û li bajarên cuda xwe vedişêre.
 
Biryara dûrxistinê hat dayîn
 
Semra ji ber her tim ji aliyê gumanbar ve tê tehdîdkirin serî li dadgeha malbatî ya Edenê dide û der barê gumanbar de biryara tedbîrê dide girtin. Lê tevî vê gumanbar bi tifinga pompeyî li Qoserê êrişê mala Semrayê dike û tehdîd dike.
 
Gumanbarê ku kelepça elektronîk li destê wî tê xistin, dîsa biryar dûrxistinê binpê dike û Semrayê bi mirinê tehdîd dike. Gumanbar her tim li nêzî mala Semrayê disekine û carekê jî nayê binçavkirin. 
 
Semra ji bo biryara dûrxistinê dîsa serlêdanê dike. Di meha îlonê de pêvajoya kelepça elektronîk diqede û Semra dîsa serlêdanê dike ku dema wê bê dirêjkirin. Lê  doza destberdanê ya li Dadgeha Malbatê ya Qoserê hatiye vekirin. Daxwazên Semrayê yên ji bo kelepça elektronîk bi hincetê betlana edlî hatin taloqkirin.
 
Biyara dadgehê pêk nehat û Semra hat qetilkirin
 
Beriya qetilkirinê dema gumanbar a kelepça elektronîk tije bû û kelepçe hat derxistin. Lê ji ber biryara dadgehê ya ji bo lêxistina kelepça elektronîk pêk nehat, gumanbar di 2’yê cotmehê de Semra li ber mala wê bi çekê qetil kir. Beriya qetilkirinê jî gumanbar bi şev saet di 00.30’an de bi çekê biser mala Semrayê de girt. Polîsên hatin cihê bûyerê  gumanbar binçav nekirin. Piştî saetan şûnde Semra hat qetilkirin. Gumanbarê ku sîcîla wî gelek xerabeye çima nehat binçavkirin. Tevî ku Semrayê jî bi dehan carî gilî kiribû gumanbar nehat girtin û binçavkirin.