Armîta 6 roj e di komayê de ye!

  • 15:25 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
WAN - Armîta Gravand a ku di encama îşkenceya hêzên dewletê yên Îranê de ketibû komayê û di beşa lênêrînê ya giran de tê ragirtin, xeteriya wê ya jiyanê berdewam dike. Xizmên nexweşên din ên beşa ku Armîta lê bû jî serdana wan tê astengkirin.
 
Li gel Berxwedana bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku piştî qetilkirina Jîna Emînî ku di 1’ê Cotmeha 2022’an de ji aliyê hêzên dewletê ve li Îranê hate îşkencekirin û qetilkirin, di 1’ê Cotmeha 2022’an de dest pê kir, dewam dike, Armîta Gravand a 16 salî jî ji Kirmaşanê ye ji ber heman sedeman bi kuştinê re rû bi rû ma. Armîta ya  ku giran hat birîndarkirin û ji 1’ê Cotmehê ve li beşa lênerîna giran têkoşîna jiyanê dide, ji aliyê rayedarên dewletê ve çavkaniyên nûçeyan ku derbarê wê de agahiyan didin jî ji aliyê rayedarên hikûmeta Îranê ve tên astengkirin. Li aliyê din dayîka Armîtayê Şehrîn Ehmedî yak u ji ber destûr nedanê keça xwe bibîne bertek nîşanî polîsan da jî hat girtin.  Herwiha bavê wê jî jî diyar kir ku ev çend roj in agahî ji keça xwe negirtine. Di derbarê jiyana Armîta de tu agahî nehatin dayîn, hat zanîn ku xwepêşandan berfireh bûne.
 
Hewldanên rayedaran ji bo veşartina bûyerê
 
Armîta ku di 1’ê Cotmehê de li Tehrana paytexta Îranê di encama îşkenceya hêzên dewletê de li rawestgeha metro ya ku ji bo biçe dibistanê lê rarwestiya ji aliyê hêzên dewletê ve bi giranî hat birîndarkirin. Armîta 6’e di lênihêrîna giran de ue, hikûmeta Îranê. hewl da bi rêya ajansên nûçeyan yên nêzîkî xwe bûyerê veşêre. 
 
Telefonên endamên malbatê hatin desteserkirin
 
Belavkirina wêneya Armîta li beşa lênêrîna giran a nexweşxaneya Fecr a Tehranê li ser medyaya dîjîtal zexta li ser malbatê du qat kir û dest danîn ser telefonên desta yên endamên malbatê û gef li mamosteyên wan hat xwarin.
 
Bavê Armîtayê: Ez agahiyê ji keça xwe nagirim
 
Di ropa ku bavê Armîtayê daye de jî wiha hatiye gotin, "Ev çend roj in ez ji keça xwe tu agahiyên nagirim. Biqasî dizanim di komayê de ye."
 
Armita Gravand kî ye?
 
Malbata Armîta ya bi eslê xwe ji bajarê Kuhdeştê û ji eşîra Gerawend a bajarê Loristanê ne. Armîta ku malbata wê ji Loristanê koçberî Kirmaşanê bûye, di 2'yê nîsana.2006'an  de li Kirmaşanê ji dayik bûye. Armîta xwendekara pola 11'an e li Dibistana Pîşeyî ya Urvetul Vuska ya Tahranê ye.