‘Gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze'

  • 09:21 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Zubeyde Gulsul diyar kir ku bi komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat, hewl dan ku pêşî li fikr û paradgîma wî bigirin ku li cîhanê pêş nekeve û got: “Birêz Ocalan ku ji bo gelên Rojhilata Navîn ilhama têkoşîna azadiyê bû, komplo pêk anîn û ev darbeyek li fikrên wî bû. Ez bang li hemû kesî dikim ku dengê xwe li dijî vê tecrîdê bilind bikin. Gelê Kurd azadiya Birêz Ocalan dixwaze.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê Sibata 1999’an de jî bi komployê radestê Tirkiyeyê kir. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tevî tecrîda giran paradîgma ‘demokratîk a azad a jinê û ekolojîk’ danî holê. Tirkiyeyê di şexsê Abdullah Ocalan de komplo li dijî hemû gelan pêk anî.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoya komployê de wiha gotibû: “Niyeta min a li Ewropayê ev bû ku pirsgirêka Kurd bikşînim platformek demokratîk. Vê çareseriya demokratîk dikaribû dawî li siyaseta şer bianiya. Ger piştgirî bidana, wê piştgiriya Tirkiyeyê jî ne zehmet bûna.Wê bihata fêmkirin ku Ewropa ne li alî çareseriya pirsgirêka Kurd e. Dema Tirkiye di neçareseriyê de israr dike ev li hesabê wan tê. Ji ber vê derketina min ji derveyê taktîkên wan ûn. Ji bilî DYA’yê tû hêz nikaribe vê operasyonê pêk bîne. Rola Tirkiyeyê tenê ev bû ku min bi balafirê bibin Îmrailyê. Ev operasyona herî girîng a dîroka NATO’yê bû.”
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zubeyde Gulsul der barê tecrîda giran û komployê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Armanca komployê: Afirandina hawira şer
 
Zubeydeyê da zanîn ku komploya di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye dijhiqûqiye û ev di şexsê Abdullah Ocalan de li hember hemû Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye. Zubeydeyê ev tişt anî ziman: “Ev êriş li hember hemû gelan pêk hat. Birêz Abdullah Ocalan jib o hemû gelan têkoşîn da. Bandora vê jî mezine. Armanca komploya navneteweyî jî ev bû pêşî li vê bigire. Xwestin bi komployê hawirek şerê cidî ava bikin.”
 
Di şexsê Abdullah Ocalan de li hember hemû Gelê Kurd pêk hat..
 
Zubeydeyê destnîşan kir ku komployê hem Gelê Kurd hem Gelê Tirk berbi şer biriye û wiha domand: “Xwestin navbera gelan de kaosê biafirînin. Komployê bandorek mezin li ser jinan û civakê kir. Komploya li dijî birêz Ocalan pêk hat li dijî mafê mirovane û dijhiqûqiye.”
 
Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan e!
 
Zubeydeyê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mifteya çareseriyê Abdullah Ocalane û ev nirxandin kir: “Em dizanin ku çareseriya demokratîk bi Birêz Ocalan pêkan e. Di çareseriya pirsgirêkê de û hatina aştiyê de birêz Ocalan gelek bi bandore. Ne tenê Gelê Kurd hemû gel vê dizanin. Armanca komployê diyare. Fikrên Abdullah Ocalan hedef hatin giritn. Armancek din jî berjewendiyên hêzên navneteweyî bûn. Xwestin gelan bînin hemberî hev. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nêrîna aştiyane û azadîxwaz nêz dibe. Xwestin barîkatên bidin pêş vê nêrînê. Birêz ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên bidest têkoşîn meşand. Demokrasiyê diparêze. Ji ber vê jî komployek wisa pêk hat.”
 
Komplo li dijî fikriyatê bû!
 
Zubeydeyê bi lêv kir ku komploya pêk hatiye bandor li ser hemû jiyanê kiriye û  ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ji bo kesekî girîng e. Ev komplo bi hêzên navneteweyî re pêk hat. Ji ber vê ev komplo li dijî jin, zarok, ekoloji yanî bi giştî li ser hemû jiyanê ye. Desthilatdarî ji fikrên Birêz Ocalan nerehet bûn. Ji ber vê jî serî komplo pêk anîn.”
 
‘Gel azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin’
 
Zubeydeyê wiha dawî lê anî: “31 mehe agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Tecrîd her diçe giran dibe. Tecrîda li Îmraliyê li hember gelan e. Divê em li dijî vê pêkanîna dij hiqûqî û dijmirovahî bêdeng nemînin. Her ku tecrîd bidome wê kuştinên jin û zarokan jî bidome.  Ez bang li hemû gelan dikim. Hewce bi fikrên Ocalan hene. Ez bang li hemû kesî dikim ku bêdeng nemînin. Gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan dixwaze.”