'Rojnamegerên jin ên kurd di hedefa darazê de ne'

  • 09:03 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Parêzer Ruşen Seydaoglu, bal kişand binçavkirin û cezayên li rojnamegeran tê birîn û got: "Yek ji lingê herî xurt yê civakê li ser piyan dihêle çapemeniya azad e. Ji ber vê jî divê têkoşîna hiqûqî jî ya civakî jî ya azadiyê jî di vê esasê de bê meşandin.”
 
Zextên li ser çapemeniya azad yên demên dawî her tiştî nîşan dide. Bi taybet li ser rojnamegerên jin yên Kurd  astengiyek mezin heye. Desthilatdarî bi van astengiyan dibêje qey wê çapemeniyê bêdeng bike lê xebatkarên çapemeniya azad bi israr têkoşîn û berxwedana xwe didomîne. Parêzer Ruşen Seydaoglu der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Ruşenê da zanîn ku di du salên dawî de mînakên şênber yên tacîza daraê hene û got: “Ev demek dirêje em îfade dikin. Li hember aliyekî berfireh yê muxalîf tacîza darazê heye. ‘Em bi tacîza darazê çi qest dikin?’. Daraz mekanîzmayên di alî mafê mirovan de ne. Hikûmetên heyî ne tenê demên dawî de piştî komarê ji bo muxalefet neyê kirin, ji bo gotinên der barê azadiyê de neyê kirin, rojnameger, akademisyen, siyasetmedar û parêzeran wek tehdî dibîne. Ji bo mirov mafên xwe yên rewa li dijî dewletê bikar neynin, daraz tê bikaranîn. Demên dawî de bi girtin, binçavkirin, zext, êrî û operasyonan em dibînin ku hewl tê dayîn dersekê didin.”
 
Çapemeniya azad çima girîng e!
 
Ruşenê, diyar kir ku dema tahliye çêdibin divê mirov nekevin rehavete, ji ber ev darizandin dijhiqûqîne û axaftina xwe wiha berdewam kir. “Girtî bên berdan jî bi awayekî vediguherin cezayan. Ev wek tehdîd didomin. Çapmeniya azad çima girîng e? Em vê dikin kategoriyek cuda. Em hîn xesastir nêz dibin. Çapemeniya azad di alî azadiya fikr û ramanê de mafê girtina nûçeyan de temînateke  mezine. Em îro li weşanên nêzî hikûmetê dinêrin tiştekî cuda didin civakê. Tiştekî ne aydê çanda wan ne aydê wan diafirînin û li civakê ferz dikin. Li dijî vê çapemeniya azad heye. Qada çapemeniya ku ewqas di bin dorpêçê de ye, çapemeniya azad tu carî bêyî tavîzê bide xebatên xwe didomîne. Ev jî çapemeniya azad dike hedefa hikûmetê. Piraniya rojnamegerên girtî di esasê de hişê civakê  temsîl dike.”
 
‘Mafê mirovan yê rojnamegeran tê binpêkirin’
 
Ruşenê got heta civaka Kurd di demên dijwar û zehmet de derbas bûne û ev tişt bi lêv kir: “Cihê kedkarên çapemeniyê hema tije dibin. Girtin û binçavkirin bixwe re dibe sedemên fikar û ferasetên cuda. Yek bi yek mafê mirovan yê van rojnamegeran tê binpêkirin. Ev rojnameger tên girtin. Di vî alî de çapemeniya azad di esasê de têkoşînek civakiye.”
 
Dewlet ji bo sûcdar ava bike delîlan diafirîne!
 
Ruşenê daxuyakirin ku demên dawî de wek pratîka darazê sûcdar tê afirandin û got: “Dinêrin di çapemeniya azad de faliyetan dimeşîne û ji bo sûcdar ava bikin delîlan diafirînin. Di dosyayên cuda bi teşeyên cuda hatin kirin û me ev dît. Bi îfadeyên şahidê vekirî û şahide veşarî bi îfadeyên ne şênber ev sûcdarî tên kirin.”
 
‘Her tiştê ji derveyê fikra hikûmetê endamtiya rêxistinê tê dîtin’
 
Ruşenê bi lêv kir ku kesên tên darizandin dijhiqûqî tê hesibandin û pêvajoyeke hiqûqê ya wisa tê meşandin. Ruşenê nêrîna xwe wiha anî ziman: “Şahidên vekirî û veşarî ji ber di bin lepê hêzên ewlehiyê de ne dikarin îfadeyan derbarê we de bidin. Di bin zorê de dibînin. Piştî van îfadeyan em li pêvajoya darizandinê dinêrin ku şahid dikarin bêjin em van kesan nas nakin. Îfadeyên şahidên veşarî û veşarî dikin hinceta ceza. Ev bi giştî astengiyeke mezin li pêş azadiya fikr û ramanê ye. hemû gotinên çapemeniya azad wek endamtiya rêxistinê tê dîtin. Her tiştê ji derveyê fikra hikûmetê wek endamtiya rêxistinê tê dîtin.”
 
‘Çêkirina nûçeyan sûc tê dîtin’
 
Ruşenê destnîşan kir ku nûçeyên tên çêkirin sûc tên dîtin û nûçeyên der barê faliyet apartiyê de nûçeyên der barê qada azadiya jinê de tên çêkirin sûc tên dîtin. Ruşenê got hikûmet bi van pêkanînan hewl dide îradeya di  azadiya çapemeniyê de ji holê rabike.
 
‘Tûndî li rojnamegerên jin tên kirin’
 
Ruşenê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rewşa rojnamegerên Kurd yên jin û wiha bi lêv kir: “Rojnamegerên jin di dosyayên wisa de divê xweser bên parastin. Jinên rojnameger di bin êrîşan de ne. Rojnamegerên jin di bin navê tacîza darazê de tûndiyê dibînin. Ji ber nûçeyên çêkirina tên darizandin, lêpirsîn kirin. Rojnamegerên jin ji tûndiyê para xwe digirin. Dewlet tenê Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş, rojnameger Neşe Toprak, Hevseroka DGF’ê Dîcle Muftuoglu nagire. Pêşî li rojnamegeriya jinê digire û mafê girtina nûçeyan asteng dike. Divê çapemeniya azad lingê herî xurt yê civakê bê dîtin. Yek ji lingê herî xurt yê civakê li ser piyan dihêle çapemeniya azad e. Ji ber vê jî divê têkşoîna hiqûqî jî ya civakî jî ya azadiyê jî di vê esasê de bê meşandin.”