Li zarokan di bin navê ol de zext tên kirin

  • 09:02 6 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê ku bi taybet zarokên keç bi zor dişînin qursên Kuranê û temenê biçûk de tên zewicandin, di bin navê ol de  zext li wan tên kirin.
 
Li bajarên Kurditanê di çarçoveya polîtîkayên şerê tayber de jiyana civakî ji aliyê komên oldar ve tê hedef girtin. Ev komên oldar bi piştgiriya desthilatdariyê xwe li Kurdistanê rêxistin dikin û bi taybet xwe di ser jin û zarokan re heyî dikin. Li Çewlîgê di ser ol  re li ser jin û zarokan zext tên meşandin û di qada civakî de azadiya jinan tê sînorkirin , perwerda olî li zarokan tê ferzkirin.
 
Jinên Çewlîkê zextên di bin navê ol de tên kirin nirxandin
 
Emîne Hanay a ji îmam hatîbê mezun bûye diyar kir ku li Çewlîkê nêrînek şaş a ol heye û li hember jinan zext hene. Emîneyê got astengî û sînorkirina li ser jinan girêdayê ol e û wiha vegot: “Zarok bi zorê tên girtin. Fistanên dirêj li wan dikin. Ji bo  ‘porê xwe bigirin’ dişînin medreseyan. Li şûna biçin dibistanan diçin medreseyan. Ol bi fêrkirinê tê hînkirin.  Malbat divê zarokên xwe agahdar bikin. Divê rast bê vegotin. Medrese vê nakin. Em naveroka medreseyan dizanin. Girêdayê diyanetê ne û mijar bi sînor tên vegotin.”
 
‘Ev zext ji berê de hene’
 
Emîneyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pêkanînên li ser jinan tenê bi girtin û vekirinê re eleqeder nînin û her cureyê zextan li ser jinan heye. Emîneyê axaftina xwe wiha domand: “Sergirtî an jî servekirî ferq nake. Dema jin dikevin otobusê balê dikşînin. Jin wek jiyana malê li derve jî di bin zextan de ne. Serîgirtin li wan tê ferzkirin. Dema serîvekirî bin dibêjin ‘tû servekirî yî’ dema girtî bin jî dibêjin ‘tû pir girtî yî.’ Bi vî awayî zextan dikin. Jinên dixebitin diçin malê hemû bar li ser mile wane. Hevjînê wan jî wekê ku ev karê wan e yê malê li wan ferz dikin. Ev zext ne niha ji berê de hene.”
 
‘Zext li zarokan jî tên kirin’
 
Emîneyê bi lêv kir ku ji zarokatiyê de zext li ser jinan heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Çewlîkê di bin navê ol de ji aliyê civakê ve zext li jinan tê kirin. Jin dema di temenê zarokatiyê de ye zext lê tên kirin. Ji azadiyan bêpar tên hiştin. Jin wek alav wek robot tên dîtin û dixwazin jin her tim serî bitewînin.”
 
‘Di bin navê ol de tên bikaranîn’
 
Jina bi navê Hacer Vural jî daxuyakirin ku ji bo berdewama zîhniyeta serdest a baviksalar bê domandin jin tên sînorkirin û ev nirxandin kir: “Di civakê de mirov ji bo berjewendiyên xwe ol bikar tînin. Li ser jinan zextan dikin. Dibêjin ‘divê jin li malên xwe rûnin, bi tesetur bin, divê şal li xw enekin, wek mêr neaxivin, gotina mêr nebirin, divê jin tenê bixebitin, çay û kahweye mêr bibin ber wan’. Li ser zarokan jî ferzkirinên di bin navê ol de hene. Zarok ji ber bi teşeyên şaş ol fêr dikin, mexdur dibin. Di civaka Çewlîkê de zarok temenê biçûk de serê wan tê girtin û dişînin kursên Kuranê. Ne daxwaza zarokan, ji ber tiştên ferzkirî hene gelek kes ji ol dur dikevin.”
 
Zarokan dişînin îmam hatîp û medreseyan
 
Jina bi navê Aleyna Baytak jî diyar kir ku di civakê de rola jinê gelek mezine lê tevî vê nirxa ku hêjayê wê ye nabîne û axaftina xwe wiha berdeawm kir: “Her jin civakê digihîne. Zarokên keç perwerda ewl ji malbatê an jî dibistanê digire. Lê li şûna vê dişînin îmam hatîp an jî medreseyan. Ev jî dibe sedema şûndeketina civakê. Li şûna ku raste rast berê wan bidin îslamê divê berê wan bidin zanistên ku xwe dikarin pêş bixînin. Zarokên keç di 12 salî de tên zewicandin .6 sal şûnde mehra wan dibirin. Zarok di 14 salî de dibin dayik. Her wiha  zarokê 5 salî bi zor serê wan digirin.”