‘Bi rojnamegeran re em ê mewziyên xwe xurt bikin'

  • 09:09 5 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn 
 
STENBOL - Edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu der barê têkoşîna rojnamegerên jin ên kurd û 7’ê cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de nirxandin kir û da zanîn ku bi hevalên jin re hewcedarî bi xurtkirina vê mewziyê heye.
 
Gurbettelî Ersoz ku yekemîn gerînendeya giştî ya jin a Tirkiyeyê bû, di 7’ê Cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê şûnde rojnamagerên jin pênûsa Gurbetteliyê girtin û li dijî hişmendiya serdest a mêr û ji bo ragihandina heqîqetê têkoşînek mezin dan. Ji ber ku di 7’ê Cotmehê de Gurbetellî jiyana xwe jidest da ji sala 2014’an de 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd hate ragihandin.
 
Edîtora Rojnameya Yenî Yaşam Reyhan Hacioglu der barê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de ji ajansa me re axivî.
 
‘Şertên ku rojnamegerên jin ên kurd heyî kir rastiya gel e’
 
Reyhanê di axaftina xwe de da zanîn ku li her derê cîhanê rewşa rojnamegerên jin zehmete û  piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî şûnde jinên bûyer kirin nûçe hedef hatin girtin û ev mînaka herî şênber bû. Reyhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li erdnîgariya Rojhilata Navîn ev demeke dirêje şer pêk bên û ji ber vê mafê mirovan jî hatiye sekinandin. Di vî alî de rojnamegerî ji xwe zehmete lê rewşa rojnamegerên jin hîn zehmetire û her dim bûne hedef. Şertên ku rojnamegerên jin ên Kurd heyî kir rastiya gel bû. Her ku şert tûnd dibe hewce , li dijî vê berxwedan mezin dibe, mewziya çapemeniyê jî mezin dibe.”
 
‘Em dibin parçeyek ji nûçeyên xwe’
 
Reyhanê diyar kir ku rojnamegerên jin li dijî hemû zextan xwe nû dikin û têkoşîna xwe didomînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em dibin parçeyek ji nûçeyên xwe. Li Kurdistan û Tirkiyeyê dema jinek destdirêjî lê bêkirin em vê rewşê ji xwe dur nagirin. Qirkirinên li Kurdistanê xwe digihîne me.Em rojnamegerên jin ên Kurd parçeyek têkoşînê ne. Wek Abdurrahman Gok gotiye rojnamegeriya me tenê 5N 1K ye. Em wijdan û ahlaq jî tevli vê dikin.”
 
‘Lêgerîna heqîqetê naqede’
 
Reyhanê destnîşan kir ku demek dirêje li Tirkiyeyê şertên faşîzmê pêk tên û 21 sale bi AKP’ê re ev hawir hîn girantir bûye û ev titş bi lêv kir: “Di hedefa tundî û zextan de jî her tim kurd, çapemeniya kurd hebû. Di salekê de gelek rojnamegerên kurd hatin girtin. Hîna qanûna sansûrê dihat nîqaşkirin li dijî çapemeniya kurd operasyonek cidî hat kirin. Di meha cotmehê de me heman tişt jiya. Dema ku li hember civakê mekanizmaya zextê dikeve dewrê, ewil mekanîzmayên ku van didin bihistin tên tûnekirin. Rojnamegerên kurd tunebûna meye mirovên li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin, destdirêjiya li Îpek Er fêr nekiriba. Lê lêgerîna heqîqeta me naqede û didome. Rojanemgerên jin ên kurd Nûjiyan Erhan, Gurbettelî Ersoz, Nagîhan Akarsel pêşeng dîtin. Ev têkoşîn wisa hêsan ava nebû. Şopandina wan nîşan dide ku lêgerîna azadiyê wê bigihêje kîjan nokteyê. Armanca 7’ê cotmehê jî hem bibîranîna hevala Gurbetellî hem jî mezinkirina têkoşînê nîşan dide.”
 
‘Em gotina xwe bêjin wê êriş vala derkevin’
 
Reyhanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo rojnamegerên jin ên kurd ji ber zayend û nasnameya xwe hedef neyên girtin divê torên piştevaniyê bên avakirin û wiha nirxandin kir: “Rola herî mezin a çarseriyê torên piştevaniyê ne. Divê têkoşîna jinê hîn bêtir bê nîşandan. Çiqas saziyên jinan li qadan bi wê têkoşîn xurt bibe. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê biryara komelebûnê girt. Ev jî nîşan dide ku îdiaya heyî mezin bûye. Ev hedef di heman demê de nîşan dide ku mewzî çiqas mezin bûye. Hewce heye ku bi hevalên jin re ev mewzî bê xurtkirin. Ez bang li jinan dikim ku bên gel me û em bi hev re têbikoşin.”