'Nagîhan bi jiyan û xebata xwe mînak bû’

  • 19:19 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Nagîhan Akarsel li Navenda Çanda Diclê û Firatê de yekemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Edîtora Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz diyar kir Nagîhan hêviya herî mezin ya dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ bû. Endama Komîteya Wêşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa jî da zanîn ku Nagîhan bi jiyana xwe mînak bû.
 
Di 4’ê Cotmeha 2022'yan de Endama Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin.Nagîhan li Navenda Çanda Diclê û Firatê de yekemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Kovara Jineolojiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamentera Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu, Jin Ma, Partiya Demokratîk a Gel (HDP), Partiya Çep a Pêşeroja Çep a Keskan ( Partiya Çep a Kesk) Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGD), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Dayîkên Aşitiyê, Partiya Heremên Demokratîk (DBP) tevlî bîranînê bûn.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. 
 
Nagîhan bû mînaka berxwedanê’
 
Endama Komîteya Wêşanê ya Kovara Jineolojiyê Suzan Akîpa di destpêkê de axaftinek bi kurtasî kir û diyar kir ku Nagîhan bûye nîşana berxwedan. Suzan wiha axivî: “ Ew bi jiyan û xebata xwe mînaka berxwedanê û bi vî rengî bû hedefa dewleta mêrsalar. Em hemû dizanin ku ev qetilkirin ne tenê Nagîhanê hedef girt,  di pêşî de tevgera jinên kurd û tevî tevgerên gerdûnî hedef girt.”
 
‘Hedefgirtin û qetilkirina wê ne tesadûfî bû’
 
Piştre Editora Kovara Jineolojiyê Rojda yildiz axivî û anî ziman ku jin ji dîrokê heta niha bi têkoşînek mezin berxwe didin. Rojda Yildiz destnîşan kir ku jin li dijî desthilardariya baviksalar têdikoşin û wiha berdewam kir: “Em şahide dîroka berxwedana herî birexistîya li dijî dewleta netewî ne. Jin her dema jiyana xwe wek şoreşê dijî û dixe şoreş. Nagîhan ji wek wan bû. Qetilkirin û hedefgirtina wê ne tesadûfî bû. Ne ya we, ne ya Sevê û ne jî ya Sakîneyê tesadufî bû. Hedefgirtin û hilbijartina wan bi zanebûn bû. Kesa ku herî zêde ji kovarê re dinivisand Nagihan bû. Di devê wê de jin û jiyan kêm nedibû. Demek piştî qetilkirina Jîna Amînîyê hat qetilkirin û li Kurdistanê, Tirkiyeyê û  li ser gora Jîna’yê dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ hat deng vedan. Nagîhan hêvîdayîna herî mezin ya vê dirûşmê bû. Em wê bi hesretiyeke mezin bibîr tînin.”
 
Piştî axaftinê helbesta Nagihanê hat xwendin û sînevîzyon hat nîşandan. 
 
‘Em ê xwedî li keda wê derkevin’
 
Damezrînera Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Roza Metîna jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku 4’ê Cotmehê roja berxwedan û serhildanê ye. Rozayê daxuyand ku sibê jî salvegera Arîn Mîrkanê ye û ev roj hêz û qewetê dide wan. Rozayê wiha dirêjî daye axaftina xwe: “Nagihan di qada jineolojî û rojnamegeriyê de xwedî rol û mîsyoneke gelekî girîng bû. Di heman demê de  jî di qada rojnamgeren jin de li dijî hişmendiya baviksalarî û yên ku yek al, yek dewletê diparêzin disekiniya. Îro ew li vir bibûya wê jî bigota her tim serbilind binû berxwe bidin. Em jî wek jinnews nivîsên wê didin dayîn û ew arşîveke gelekî girîng di paş de hîşt. Em ê tu carî rê nedin hişmendiya baviksalarî û her tim berxwe bidin. Jin niha di nav berxwedan û serhildaneke mezin de ne û tu carî jî serî natewînin. Em dîsa dibêjin ew keda ku ji me re hiştîye em ê xwedî lê derkevin.”
 
‘Nagîhan hêzekî ji bo lêgerîna heqîqeta jinan hişt’
 
Parlamentera Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu jî da zanîn ku di demek dirêj e têkoşîna jinê hedef tê girtin. Halîdeyê desnîşan kir ku Nagihan li paş de ji bo vê têkoşînê mîrasek gelek girîng hîşti ye. Halîdeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nagihan  di heman demê de hêzekî ji bo lêgerîna heqîqeta jinan û heqîqata jinê ya gerdûnî  ji jinan re hişt. Nagîhanê her tim digot têkoşîna jinê ne hêsan e û têkoşîneke ji nişkava serbikeve û binbikeve nîne. Em ê her bîranînê de vê mîrasê bibîr bînin û li dijî qetlîaman berxwe bidin. Rêhevala me Nagihan ji me re heqîqeta xwe û têkoşîna li dijî zayendperestiya dewleta netewe da nîşandan. Îro pêdivî ev e ku em tiştên ku kêm mane temam bikin û hesab ji dewleta netewe bipirsin. Bi polîtîkayên bêcezakirinê kesên ku van qetlîaman dikin bi awayê veşartî tên parastin. Li Rojhilata Navîn bi destê desthilatdariyên mêrsalarî qetilkirin roj bi roj zêde dibin. Lê belê di heman demê de jî bi fikriyatiya ‘Jin jiyan azadî’ye re têkoşîn li her qadê jiyanê de tê avakirin. Ev fikreyatî xwe li Rojava, Bakûr û Rojhilatê de xwe aj dide. Em ê îro di pêşerojê de vê heqîqetê hilbigrin.”
 
Bîranîn piştî axaftinan bi kilamên Jin Ma’yê û bi dirûşmên “Jin jiyan azadî”  bi dawî bû.