Sarah Marcha: Xeyalên jinan li Kurdistanê modelek afirand

  • 09:16 4 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE - Sarah Marcha, di xebatên Akademiya Jineolojiyê de cih digire derbarê Jineolojiyê de wiha got: “Bi Jineolojiyê ya ku di encama têkoşîna 50 salan de pêş ket, jinan xwe nas kir, xwe bi rêxistin kir û bû hêzeke mezin a têkoşîneke bîrdoziyê ya li dijî pergala kapîtalîst û pergala dagirker. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku şehadeta Nagîhan li dijî ‘Xwebûna’ jinê pêk hat.”
 
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtorê Kovara Jineolojiyê Akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe di encama sûîqestekê de hat qetilkirin. Li ser berhemên Nagîhanê li seranserê cîhanê jin Jineoloji pêş xistin.
 
Sarah Marcha ku di xebatên Akademiya Jineolojiyê ya Ewropayê de cih digire, têkildarî qetilkirina Nagîhanê de ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî.
 
* We kengî Zanista Jineolojiyê nas kir? Yekem bandor û hesta we li ser vê mijarê çi bû?
 
Di sala 2016’an de li Parîsê konferaseke Jineolojiyê hatibû lidarxistin. Ez tevlî vê konferansê bûm. Di vê demê de min zanista jinê û jiyanê ku wek Jineolojî tê pênasekirin, li vir nas kir. Di heman demê de jî çima zanisteki bi vî şeklî hewce dikir, çima pêwiste ku jin xwe nas bike, dîroka xwe nas bike, koka xwe nas bike ji bo bikaribe hem pergala baviksalariyê bişkine û hem jî pergaleke alternatîf wek terzeke fikrî, çalak, jiyanî, rêxistinî û pêşbixe; ev tişt bi nasandina Jinelojiyê pêk hat.  Taybet jî naskirina felsefeya Rêbertiyê. Ji ber vê jî ji bo min konferans gelekî girîng û bi wate bû.
 
"Bi rastî mirov di nivîs û gotarên heval Nagîhan de dibîne ku bi çi tecrûbe, xeyal, heskirina ku dijî re nivîsandiyê. Ev heskirin û ev hêz ji dîroka têkoşînê, ji koka xwe û ji nasnameya xwe digirt û bi jinan re parvedikir, dikir hêzeke rêxistinî."
 
* Weke ku hûn jî dizanin, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku li ser Zanista Jineolojiyê lêkolînên cidî dikir, li Silêmaniyê hat qetilkirin. Gelo derfeta we çêbû ku hûn gotarên Nagehan bixwînin û lêkolînên wê bişopînin?
 
Ez yek ji wan kesan im ku heval Nagîhanê nas dikim. Gelek caran jî nîqaşên me li ser mijarên cûrbicûr çêdibûn. Hem dîrok, hem zanista jinê, hem jî yên pêwist ên heyî, ji bo pêşxistina zanebûna jinê, hebûna jinê, têkoşîna jinê hem li Kurdistanê û hem jî di tevahiya dinyayê, bi Nagîhanê re me nîqaş dikir.  Di heman demê de jî mixabin bi zimanê kurdî an jî kurmancî û bi zamanî ewropî hîn zêde nivîsên wê nehatin wergerandin. Lê bêlê min nivîseke wê bi zimanê firansî  da wergerandin. Li ser dîroka jinên kurd, çima rola pêşeng ji bo Yekitiya Neteweyî ya Kurd heval Nagîhan ji bo Kovara Modernîteya Demokratîk nivîsandibû. Ez gelekî ji vê nivîsî bi bandor bûm. Bi rastî heval Nagîhan her tim ser şopa dîrokî ya nasnameya xwe wek jineke kurd ku ji bo rizgarkirin, azadkirina gelê xwe û axa xwe têkoşînek da. Di heman demê de jî li dijî bandora 5 hezar salan a pergala baviksalarî û desthilatdariyê ya li ser jinên kurd li ser axa Kurdistanê pêk hatî jî dêkoşîn daye. Nagîhan di vir de nasnameya xwe didît bi rastî. Di heman demê de jî wekî zanîstî û wekî jinekê ku bi hezkirin jinan hêmbez dikir. Dixwest jinên kurd bike yek, her çar parçeyên Kurdistanê bê sînorbike. Jinên kurd di destpêke de xwebûna xwe bikaribin bi Şoreşa Jinên Mezopotamyayê re xûrt bikin. Bikaribin ev îlham, fikr, şeklê jiyan û têkoşînê wekî zanebûnek û hebûneke şekl bigirin û bi jinên cîhanê re parvebikin. Bi rastî heval Nagîhan di vî milê de vê erkê wekî mîsyonek ji bo xwe didît. Nagîhan, Yekitiya Gelê Kurd weke projeya esasî li ser bingeha dîrokî û rêxistina jinên 4 parçeyên Kurdistanê, wek nivîs wek fikr û wek çalakî pêşxistiye. Bi rastî mirov di nivîs û gotarên heval Nagîhan de dibîne ku bi çi tecrûbe, xeyal, heskirina ku dijî re nivîsandiyê. Ev heskirin û ev hêz ji dîroka têkoşînê, ji koka xwe û ji nasnameya xwe digirt û bi jinan re parvedikir, dikir hêzeke rêxistinî. Ev jî ji bo jinên tevahiya cîhanê û bi taybet jî ji bo jinên Ewropî mînakek şênber û roniyeke mezin bû.
 
* Ev sûîqest di şexsê Nagihan de weke êrişa li dijî Jineolojî û jinan hat nirxandin. Hûn  vê yekê çawa şîrove dikin?
 
Mirov dikare bi rengên gelek cûrbicûr şehîdxistina heval Nagîhan bigire dest. Bê guman di destpêke de hêza Tevgera Jinên Kurdistanê hedef hatiye girtin. Pêşenga Tevgera Azadiya Kurdistanê, weke tevgereke ku êdî bûye pêşenga tevahiya jin û gelên Rohilata Navîn hedef hatiye girtin. Ev zanebûnên ku bi rêya Jineolojiyê ku Jineolojî wek encama 50 sal têkoşîna ku niha hişmendiya jin, ji bo xwe nas bikin, ji bo xwe birêxistin bikin, ji bo hevdû nas bikin jî bûye hêzeke ewqas mezin û girîng ya ku beramberê şerê bîrdoziyê ya pergala kapîtalist û sîstema dagirker hem li Kurdistanê û hem jî li tevahiya cîhanê didin meşandin, dikarin bêjin hêzeke gelek mezin bû.  Ji ber vê yekê; yekemîn şehîdxistina heval Nagîhan, li hemberî pêşengtiya jin û yekitiyê neteweya kurd bû. Ya duyem jî li hemberî zanebûn û rêxistinbûn a ku ber bi xwebûna jinên kurd û jinên cîhanê ve wek şoreşeke, hişmendî û zîhniyetê pêşketibû. Di heman demê de jî kesayeta heval Nagîhan temsîliyeta ruhê Jineolojiyê bû. Jineke wisa lêgerîneke mezin a azadiyê, jineke ku hemû jinan hêmbez dikir, jineke ku her gavek davêt afrîner bû, tiştek dida avakirin, tiştek dida şînkirin. Ji ber vê em dikarin bêjin kûrbûyîna Nagîhanê hat dîtin. Li hemberî hêza Jineolojî, Tevgera Jinên Kurd û ev hêza projeya şoreşa jin a axa Kurdistanê ya niha li tevahiya dinê belavdibe êriş hatiye kirin.
 
"Ji ber vê Jinêolojî jî di roja me ya îro de bi pêşniyarên Rêbertiyê xwebixwe bûye bersiveke alternatîf. Tişta ku di lêgerîna mirovahiyê de hebû êdî şeklek girtiye. Lê ev şekl jî gav bi gav xwe diguherîne û xwe dewlemend dike. Her diçe xwe berfireh dike."
 
* Dema mirov li têgihîştina dîrok û zanista pergalên dewletê dinêre, gelo em dikarin bibêjin ku Jineolojî alternatîfek e? Jineolojî bi rastî li dijî çi ye?
 
Bêgulan Jineolojî wek alternatîfeke ku hêdî hêdî û gav bi gav ser bingehekî gelekî dewlemend tê pêşxistin. Mirov wisa dibîne ku xwebixwe hebûna Jineolojiyê di sedsala 21’emîn de sedsaleke yê şoreşa jinê re bûye bersivek. Ji xwe lêgerîna tevgerên jin, tevgerên li dijî dagirkerî û kapîtalizmê di dinyayê de di dîrokê de jî ji bo rexneyên wan jî ji bo zanîsta heyî ya moderniteya kapîtalist ku em dibêjin bandora pozîtîvizmê di tê de heye û dewletperestî û netewperestî jî di tê de heye. Mirov dikare bibîne ku gelekî pêşket, bi taybetî salên piştî şerê duyemîn a cîhanê, zelal hat dîtin ev şeklê zanîstî nikaribû pêşiya pirsgirêkên jin, pirsgirêkên civakî û pirsgirêkên xweza bigire. Ve demê lêgerîna civak bi tevahî li cîhanê wisa gelekî zindîbû. Lê belê ve mijara rexneyê û analîzkirina pergala baviksalarî, dagirkerî û desthilatdarî hem di dîrokê de û hem jî dema niha de hertim wisa bersiv, rêxistinkirî, wekî xweseriya zanista jin a li ser bingeha zanista dîrokî, nasnameyek a azadkirina kesayet û civakî kêm mabû. Ji ber vê Jinêolojî jî di roja me ya îro de bi pêşniyarên Rêbertiyê xwe bi xwe bûye bersiveke alternatîf. Tişta ku di lêgerîna mirovahiyê de hebû êdî şeklek girtiye. Lê ev şekl jî gav bi gav xwe diguherîne û xwe dewlemend dike. Her diçe xwe berfireh dike. Her tim wisa nîqaş, lêkolîn, lêhûrbûn bi jinan re tê pêşxistin. Jinejolojî jî xwebixwe pêş dixe. Ji ber vê jî dibe alternatîfek. Ev jî xalek gelek girîng e û gelek caran jî zanist û taybet zanistên civakî di asta teorîk de dimînin. Lê Jineolojî, ji  pratîkê, pratîka jiyanê, pratîka guhertin û veguherîna kesayet, zîhniyet wek şoreşekî entelektuel, roleke jiyanî dilîze. Ev analîz û zanebûn ji vê tê girtin. Êdî bibe teoriyek û dikare were parvekirin û dikare gelek tiştan bide guhertin. Vê demê teorî û pratîk bi rêbaza Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi salan hatiye meşandin di nava Jineolojiyê de wek sîstemeke zanistî dide avakirin. Ev sîstem jî her tim xwe pêş dixe, xwe diguherîne û hêzeke gelek herîkbar e. Zanist, fikr, çalak, ev jî pêwiste li gorî dem û mekanê, li gorî pêwistiyên hem ehlaq û polîtîk ji bo jin û civakê heta ji bo xwezayê jî lazim e zanistekî şoreşger bi vî rengî bê pêşxistin. Jineolojî di vî milê de bûye bersiv.
 
"Jineolojî êdî bûye enerjî û hêzeke nû. Di heman demê de jî dibe têkoşînek jî. Têkoşîna ku li hemberî hişmendiya netewperest, olperest, çînperest, nîqadperest û an jî zanistperest."
 
* Li welatê we lêkolînên Jineolojiyê hene? Jin ji vê çawa bandor dibin?
 
Ez wek endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropayê, bêguman di bin bandora Jineolojiyê de dimînim. Di destpêke de danasîna Jineolojiyê, hevdû naskirin a di navbera jinên cûrbicûr re, ji kokên cûrbicûr tên, dîrok, ziman, çand û tevgerên siyasî yên civakî yên cûrbicûr di destpêke de ev bû. Lê niha jî jinên enternasyonalist, jinên ewropî, jinên ne ji koka xwe ji Ewropî ne û koçberbûne, ji ber pirsgirêkên civakî bi malbatî li Ewropayê ne. Jineolojî ji bo wan jî lêgerîneke nû da destpêkirin. Hem tiştên heyî ku sîstem dibêje û rastiya wê derdixe holê, hem jî di heman demê de kêmasiyên heyî, zanistên heyî, tevgerên çepgir, femînist, ekolojîst, antîfaşîst, dijdagirkerî, di dîrokê de kêd dane, fikr û pratîk pêşxistine lê nekarîne bighijin şoreşa jin û gelan. Li ser vê yekê Jineolojî li ser wan analîzan rêyeke nû vedike. Ji bo jinên Ewropa û taybet ji bo jinên lêgerîna wan a xwebûnê heyî. Lêgerîna dîrok, kok, nirxên civakî, nirxên jinê, parastina wê, pêşxistina wê, nûbûna têkoşînê, şeklê jiyanê û şeklê rêxistinkirinê, ji bo jinên li Ewropayê dijîn an jî jinên ji cihên din. Jineolojî êdî bûye enerjî û hêzeke nû. Di heman demê de jî dibe têkoşînek jî. Têkoşîna ku li hemberî hişmendiya netewperest, olperest, çînperest, nîqadperest û an jî zanistperest. Ewropa taybet cihê kapîtalizmê ye û dilê wê ye. Tevahiya jiyan li gorî vê pergala kapîtalîst, dagirker, zayendperest hatiye avakirin. Lê çav vekirina li hemberî wê yekê, analîzkirin, rê vekirin û lêgerîn ev bixwe di rêya zanistî de hêzeke afrînerî û lêhûrbûna nû dide avakirin.
 
* Têgîna Jineolojiyê cara yekem di sala 2008'an de ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve di pirtûka xwe ya bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" de hat bikaranîn. Li gorî we çima Abdullah Ocalan dibêje pêwîstî bi zanista jinê heye? Hûn tevlî dibin?
 
Bê guman pêşniyara Rêbertî wek Jineolojî bendewariyek bû. Bi taybet ji bo mirovatiyê. Hem li Kurdistanê, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li gelek cihan bersivek bû. Ev bersiv jî dema ku wek konsepteke Jineolojiyê derdikeve holê ne nû ye lê ne temam e jî. Ne nû ye çima, ji ber ku bingehek wê ya dîrokî ya 5 hezar sal in jin têdikoşin, li hemberî sîstema baviksalarî. Bi hezaran mirov li ser şopa têkoşîna jinan, çanda dayikaxwedawend xwe saz kiriye. Taybet jî ji encama têkoşîna 50 salan a Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê. Ev vê demê nîşan dide ku Jineolojî bixwebixwe hatiye jiyîn. Gavên wisa dîrokî bi rengên cuda cuda hatibûn avêtin, heta ku wek konseptek derkeve holê. Pratîkek bû. Lêgerînek bû. Analîzek bû. Niha jî li ser vê esasî zanista jin û jiyanê hatiye birêxistinkirin. Pêwiste gavên nû jî bên avêtin. Ji ber vê jî Jineolojî di encama têkoşîneke gelekî kevn e, gelekî bi tecrûbe ye û gelekî bi watedar e. Di heman demê de jî destpêkek nû ye jî. Ji bo sîstematîzebûna hebûn û zanebûna jin bikare xwe bike hêza avakirana şoşera jinê ku bi rêya Konfederalizma Demokratîk şênber bê sazkirin.
 
"Sekna Tevgera Jinên Kurd jî dibe dersek ji bo jin û gelên cîhanê. Dema ev ders tên parvekirin û dema tecrûbeyên jin ên wisa cûrbicûr tên naskirin hêza jinê xurt dibe."
 
* Jineolojî bû zanistek ku Tevgera Jinên Kurd xist rojeva xwe û da nasîn û belavî cîhanê kir. Di têkoşîna tevgerên jinên cîhanê de cih û tevkariyên Tevgera Jinên Kurd çawa dinirxînin?
 
Tevgera  Azadiya Jinên Kurdistanê, koka Jinêolojiyê ye. Mirov nikare Jineolojiyê ji koka wê qut bike. Ev zanist li ser vê kokê şînbûye. Li ser vê bingehê jî hîn şîn dibe. Dema ku em dibêjin Tevgera Jinên Kurdistanê pêşeng in, ne tenê di milê sembolîk de dibêjin.  Di milê pratîk, fikr û çalakî de ev zanebûn ku bi têkoşîna jinên kurd a 50 salan hatiye avakirin. Em gelek tevger, jin û gelên cûrbicûr nasdikin. Lê bi rastî bi kûrahî, bi nêrîna zelal hem dîrokî, hem pêşerojî û hem jî bi şekleke kolektîf, analîzkirin, nasnameya kûr mirov li tu cihê cîhanê vê kûrbûnê nikare bibîne. Tenê ev bi rêya pradîgmayê, bi rêya bedelên mezin, hêza fikrandin, çalakbûn û rêxistinbûna mezin a Tevgera Jinên Kurd ve hatiye avakirin. Yê ku vê koke daye diyarkirin Jineolojî jî wisa dikare bê pêşxistin. Ji ber vê yekê jî êrişê Tevgera Jinên Kurdistanê tê kirin. Di encama wan êrişan de şehîdxistina heval Nagîhan bû. Ev êrişên îdeolojîk in, zanîstî ne û dixwazin îradeya zanîbûna jinê bişkînin. Ji ber ku çi ji hêla Tevgera Jinên Kurd ve li cîhanê hatiye avakirin, her wiha jinên cîhanê xeyal dikir li Kurdistanê bûye modeleke hem zanîstî hem rêxistinî, hem çandî û  hem jî hevjiyana azad hatî pêşxistin, rastiyek e. Rêyeke ku mirov dibîne ku çêdibe û bûye hêviyek. Lê belê ne hêviyeke fikrî û xelalî ye. Bûye rastiyek, rastiya li dijî pergalê ye. Pergal jî li hemberî vê yekê êriş dike. Ji ber vê yekê sekna Tevgera Jinên Kurd jî dibe dersek ji bo jin û gelên cîhanê. Dema ev ders tên parvekirin û dema tecrûbeyên jin ên wisa cûrbicûr tên naskirin hêza jinê xurt dibe. Bê guman rola Tevgera Jinên Kurd di vê demê de wekî roleke esas û di heman demê de jî rola yekitî hem jinên kurd û hem jî jinên cîhanî ji bo parastina serkeftina vê şoreşa jinê gelekî lazim e. Di heman demê de jî hêza kollektîf, yekitiya jin û gelan pêşxistinê wê jî rol û mîsyana me ya teviyan e.