Malbatên girtiyan: Bila îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe

  • 09:07 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Xizmên girtiyan derbarê binpêkirina mafan ên demên dawî de li girtîgehan zêde bûne de axivîn û daxwaz kirin ku polîtîkayên zext, tecrîd û îşkencê bidawî bin û her kes li dijî vê dijhiqûqiyê bikevin tevgerê.
 
Di enama polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê de binpêkirinên mafan tecrîd bezand û girtîgeh veguherîne navendên îşkence û mirinê. Tevî ewlehiya canê girtiyan bi qanûna dikevin bin ewlehiyê jî girtî bi mirinê re tên rû hev. Bi hincetên kêfî yên Saziyên Îdare û Şopandinê di serî de girtiyên nexweş tahliyeya bi hezaran girtiyan tê astengkirin. Di encama van binpêkirinan de malbat jî bi girtiyan re tên cezakirin. Ji ber sedema ku girtî surgunê girtîgehên dûr tên kirin malbat di alî aborî û manewî de zehmetiyan dikşînin.
 
Xizmên girtiyan derbarê tecrîdê de axivîn û diyarkirin ku divê polîtîkayên tecrîdê bidawî bin.
 
‘Ya li girtî û malbatan tê kirin îşkenceye’
 
Emîne Atak da zanîn ku keça wê 6 sale li girtîgeha Kandirayê ye û ji ber dûr nikare her tim biçe hevdîtinê û wiha got: “Ez dixwazim keça min Neclayê bînin cihekî nêz. Ji bo vê min gelek caran daxwazname da. Lê neyînî encam bû. Em li Geverê dimînin. Em du salan carê dikarin biçin hevdîtinê. Derfetên me tûne ne. Canê me dişewite. Hişê me her tim li wir e. Li girtiyan îşkenceyan dikin. Hefteyê carê telefon dikin û ew jî 10 deqeyane. Ya li me û girtiyan tê kirin işkenceye.”
 
Êdî bes e!
 
Emîneyê bi lêv kir ku li girtîgehan her tim binpêkirina mafan tên jiyîn gardiyan her tim zextan pêk tînin û wiha domand: “Ez nexweşim Ji bo keça xwe bibinim bi riya dûr de diçim lê hevdîtin saeteke. Hîna saeta me temam nabe me ji hundir derdixin. Heta em dikevin hund gelek caran lêgerîn dikin. Gardiyan nebaş tevdgierin. Xwedê dizane li hundir çi bi zarokên me dikn. Êdî bes e. Bila ev zilm bidawî be.”
 
Qedexeya telefonê
 
Mehsîma Yaşar jî diyar kir ku hem keça wê hem kurê wê girtiye û li girtîgehan polîtîkayên cuda tên meşandin û wiha vegot: “Zexta li ser girtiyan her diçe zêde dibe. Li girtîgehan mafê jiyanê ji girtiyan re neheştine. Ne qanûn ne edelet bi vê hikûmetê re maye. Bi çavsorî tevdigerin. Keça min ji ber strana Kurdî gotiye qedexeya hevdîtina telefonê ya mehekê danê.  Ez bang li hemû kesî dikim. Bila li dijî vê zilmê bêdeng nemînin. Girtîgeh ne malên mirinê ne. Her du zarokên min jî li girtîgehên dur in. Em nikarin biçin. Yek li Elezîzê yek li Trabzonê ye. Divê her kes li dijî vê zilmê denge xwe bilind bike.”