Mîrateya dengbêjiyê ya Meryemxanê hildaye: Evîn Sindî

  • 09:06 3 Cotmeh 2023
  • Çand û Huner
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Evîn Sindî ya ji Meryem Xanê îlham girt û çanda dengbêjiyê didomîne wih got: “Her dengbêjek çîroka jiyana gelê Kurd vedibêje. Denbêjî parçeyek min e. Em ê bi reng, fistan, gulîskên xwe dengbêjiya xwe bidomînin. Em ê dîroka xwe bi dengbêjiyê bêjin.
 
Dengbêj Meryem Xan ku wek ‘siltana Kurdan’ tê zanîn di 1904’an de li Dêrgula Şirnexê hat dinê. Meryem 10 salî bû malbata wê ji ber qirkirinê koçî Qamişlo dike. Meryemxan malbata Berdirxaniyan ku ji bo zimanê Kurdî kedeke mezin dane nas dike û wê demê di dîwanan de stranên xwe dibêje û  bi Mehmet Bedirxan re dizewice. Mehmet Bedirxan naxwaze Meryem Xan stranan bêje. Lê Meryem Xan zextan red dike û dest ji hev berdidin. Meryem Xan çanda dengbêjiyê didomîne û ji bo jinên Kurd dibe çavkaniya îlhamê.
 
Jinên ji Meryem Xanê cesarete digirin, mîrateya wê hildigirin û heta îro tînin. Pêşengên vê mîrateya dengbêjiyê Sûsika Simo û Meryem Xan in.
 
Riya diçe dengbêjiyê
 
Yek ji dengên roja îro Evîn Sindi ye û diyar dike ku ew ji Meryem Xanê îlhamê digire. Evîn di 1981’ê de li Şaxa Wanê tê dinê. 10 xwişk û bira ne. Evîn bi stranên bapîra xwe mezin dibe. Di temenê biçûk de eleqeya wê ji bo stranan çêdibe.  Evîn ji Siltana Kurdan, Meryem Xanê jî îlhamê digire.
 
Strana ewil
 
Dengbêj Evîn  wiha dibêje: “Ya bandor li min kir têkoşîna jiyanê ya Meryem Xanê bû. Dema nû derketim ser dîkê min ‘Were Domam’ a Meryem Xanê digot. Vê stranê pir bandor li min kir. Denbêjî pir bi nirxe. Dengbêjî çanda me, sembola teşeyê jiyana me û nasnameya me ye. Denbêjî teşeyê jiyana gelê Kurd e. Xîtabê gel dike. Ji çîrokê rast îlhamê digire. Min her tim xwe bi stranan heyî kir. Ez xwe aydê wir hîs dikim.
 
Li dijî zîhniyeta serdest ya mêr têkoşîn
 
Evînê di berdewamiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: “Di esasa denbêjiyê de berhemên jinan hene. Ev çanda aydê jinan ji destê jinan girtin û dan mêran. Piştre mêran di civakê de dengbêjî kir. Lê ev çand aydê jina ye. Bila civak baş bizane ku ev aydê jina ye.  Min jî xwest ez çanda xwe bidim jiyîn. Ez rojekê çûm Esenyurtê.  Komek ji koroya mêran pêk dihat hebû. Stranên Kurdî digotin. Biçûkatiya min hat bîra min. Ez kelecanî bûm.  Ji wê rojê şûnde min biryar axwe da. Stranên Meryem Xanê hatin hişê min. Mine wê ji xwe re esas girt.”
 
Zarokên xwe bi klamên Kurdî mezin kir
 
Evînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo çand û dîroka Kurd bê jiyîn divê em zimanê xwe biaxivin û fêrî zarokên xwe bikin. Min zarokên xwe bi stranên Kurdî mezin kirin. Divê min çanda xwe bi wan bida naskirin. Divê em zarokên xwe bi Krudî mezin bikin. 6 sal e dengbêjiyê dikim. Ji vir şûnde jî em ê bikin. Ev çar meh e ez bi Guloş û Xalîdeyê re dengbêjiyê dikim. Em xebatên xwe didomînin. Dengbêjî jin e denbêjî jiyane. Em ê bi fîstanên xwe rengên xwe denbêjiyê bidomînin.”