Tax bi tax kampanya tê meşadin

  • 09:05 3 Cotmeh 2023
  • Rojane
Zelal Tunç
 
WAN - Jinên Wanê der barê kampanyaya TJA’yê ya ‘Bi jin jiyan azadiyê re ber bi azadiyê ve’ axivîn û gotin gund bi gund kolan bi kolan, tax bi tax xebatan dimeşînin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma ‘Bi jin jiyan azadiyê ber bi azadiyê ve’ di 15’ê îlonê de starta kampanyayê li Rihayê da. Piştre li bajarên din start da. Li Wanê di çarçoveya kampanyayê de xebat hatin destpêkirin.
 Di 16’ê îlonê de li Qada Beşyol a Wanê daxuyaniyek hat dayîn û piştî meşa hat kirin jinan di çarçoveya kampanyayê de dest bi xebatan kir. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Artemît a Wanê Berîvan Çaglayan, der barê kampanyayê de axivî. 
 
'Ji polîtîkaya dewletê serbixwe nîne'
 
Bêrîvanê diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de li gund û taxan bi jinan re hatine gel hev. Berîvanê wiha dirêjî dayê: “Bi taybet li gelek taxan fuhuş, bikaranîna hişbirê pir zêde bûye. Em bi jinan re hatin gel hev û gotin divê li ser vê mijarê hestiyarî hebe. Ev ji polîtîkayên dewletê cudatir nayê destgirtin. Li dijî bikaranîna hişbirê xebat tunene.
Li dijî tecrîd û binpêkirinan hestiyarî
 
Bêrîvanê di berdewamiyê de balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê û wiha dawî lê anî: “Girêdayê polîtîkayên tecrîdê li girtîgehan binpêkirin zêde dibin. Herî dawî li girtîgeha Tîpa L ya Panosê li sê girtiyên jin îşkence hat kirin. Ev îşkence nayê qebûlkirin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê divê gelê me bi hestiyar be. Li dijî vê em her kesî vedixwînin têkoşînê.”
 
Banga piştgiriya ji bo kampanyayê
 
Hevseroka HDP’a Westanê Fîlîz Arslan jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di çarçoveya kampanyayê de em gund bi gund tax bi tax bi jinan re tên gel hev. Em ê li navçeyê bi hemû jinan re bên gel hev. Navçeya me di alî hilberîn û çandiniyê de gelek girîng e. Tevî vê pirsgirêkên aboriyê hene. Em ê li dijî polîtîkayên desthilatdariyê gelê xwe agahdar bikin û em bang dikin ku hêzê bidin kampanya me.”
 
Ji bo jinên ciwan atolye
 
Endama Komeleya Jinan a STAR Serap Guvenç jî der barê xebatên kampanyayê de axivî û got bi gelek xebatên atolyeyê re di nava kampanyayê de cih girtine û wiha dawî lê anî: “Me ji bo jinên ciwan der barê pirsgirêkên mobîng, tundî û  starbûnê de atolye pêk anîn. Xebatên me yên atolyeyan wê bidomin.”