Mirinên biguman zêde dibin

  • 09:09 2 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mirinên biguman û tûndiya li ser jinê ya li Colemêrgê zêde bûye de axivî û da zanîn ku komîsyonek ava kirine, sedemên mirinên biguman lêkolîn dikin, diçin serdana malbatan û wiha vegot: “Ji bo mirinên biguman zêde nebin em ê têbikoşin.”
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê daneyên tundiyê yên di çapmeniyê de cih digirin tabloya tûndiya li ser jinê her dieç zêde dibe nîşan dide û di çapemeniyê de tenê beşek ji van bûyeran tê dîtin. Polîtîkayên bêcezahiştin û daxistina ceza peşî li her cureyê tûndiyê vedike. Li aliyê din jî di bin navê ‘întîxarê’ de mirinên biguman ên jinan zêde dibin. Yek ji bajarê ku di demên dawî de mirinên biguman lê zêde bûne jî Colemêrg e.
 
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê Sîbel Çapraz der barê mirinên biguman û tûndiya li ser jinan de nirxandin kir.
 
‘Em diçin serdana malbatan’
 
Sîbelê daxuyakirin ku bi rêxistinên civaka sivîl re ji bo lêkolînkirina mirinên biguman yên jinan komîsyon ava kirine û anî ziman ku di sala dawî de li Colemêrgê û navçeyên wê mirinên biguman ên jinan zêde bûne. Sîbelê wiha dirêjî daye: “Der barê vê de wek komîsyon me dest bi xebatan kir. Em wek komîsyon diçin serdana malbatên jinên jiyana xwe ji dets dane. Ne raste ku em mirinên biguman bi sedemekê ve girê bidin. Em wek herêmê binêrin, pirsgsirêkên aborî, civakî hene. Komîsyona me ji ber hîna xebatên xwe temam nekirine, xebatên qadan didomîne. Li Colemêrg û navçeyên wê em dibînin ku mirinên biguman di encama polîtîka şerê taybet de pêk tê. Di vê mijarê de pewyir tenê ne ya ÎHD’ê ye. Divê hemû STO bi hev re xebatê bimeşînin.”
 
‘Bêdengî didome’
 
Sîbelê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî xebatên komîsyonê bi dawî bin wê der barê mirinên biguman de raporekê bi rayagiştî re parve bikin û wiha bi lêv kir: “Ewil merciyên dewlwetê li dijî vê bêhestiyar man. Her ku mirinên biguman zêde dibûn bêdengî didomiya.Me ji bo ku sazî bikevin tevgerê xebat meşandin. Walîtiyê piştî ku întîxar zêde bûn bi tevlibûna saziyên fermî civînek pêk anî. Tişta divê bihata kirin ji rola ewil de divê midûriyetên xizmetên civakî û tenduristiyê divê xbat bimeşanda. Em li dijî vê bê deng neman. Me dest bi xbatan kir.”
 
‘Bila mirinên biguman pêk neyên’
 
Sîbelê di dawiya axaftina xwe de wiha bang kir: “Ez bang li STO û welatiyên Colemêrgê dikim ku bi malbatan re bikevin piştevaniyê. Piştî jinek biguman jiyana xwe ji dest dide  em hewl didin li mafên wê bigerin. Ji bo mirinên biguman pêk neyên em ê têbikoşin.”